Kemînên zêde û tevgera hewayî

Danîna kemînan û tevgera hewayî ya artêşa Tirk dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hember herêmên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:

"5’ê Gulanê saet di navbera 15:00 - 17:30’î de li ser qadên Şehîd Rehîme û Şûkê yên li ser xeta herêma Avaşîn a yek ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya ye, tevgera balafirên şer a artêşa Dagirker a T.C. rû daye.

Her wiha saet 15:00 - 16:00 û 6’ê Gulanê (îro) saet di navbera 08:00 - 12:00’an li ser heman herêman pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane.

5’ê Gulanê saet di navbera 13:30 - 14:30 û 6’ê Gulanê saet di navbera 07:00 - 08:00’an de Qereqola Oremar a li navçeya Geverê ya Colemêrgê li hember qada navbera Cîlo û Şukê de bi obus û topên hewanan bombardûman kiriye.

Di navbera 3’ê Gulanê saet 05:00 û 5’ê Gulanê saet 23:00’an de li ser qada Kato Sîlê û xeta sînor a Heftanîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne. Dîsa 5’ê Gulanê saet 15.00’an û 6’ê Gulanê (îro) saet 08.00’an li qadên di navbera Şirnex û Heftanînê de tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer rû daye.

5’ê Gulanê saet di navbera 15:30 - 17:30’î de qereqolên li Tepê Çete û Tepê Vacîp ên di bin kontrola artêşa T.C. de bi çekên giran qadên Şehîd Şêxmûs û Deriyê Dawetiya gulebaran kirine.

5’ê Gulanê saet di navbera 15:00 - 21:00’ê de li ser herêma Metîna ya girêdayê Herêmên me yên Parastinê yên Medya û xeta sînor tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa dagirker a T.C. rû daye. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla zêde bûne. Li gor vê;

5’ê Gulanê saet di navbera 21:00 - 00:00 de li xeta sînor a herêma Zapê û qada Çiyayê Reş pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne, saet di navbera 15.00-16.00’an de tevgera balafirên şer rû daye.

5’ê Gulanê sate di navbera 13:00 - 17:00’an de qada Şehîd Hesen a di navbera Çewlik û Dêrsimê de, di navbera 16.30-17.30’î de li ser bejahiya herêma Şirnexê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.

5’ê Gulanê saet di navbera 10:00 - 15:00’an de artêşa T.C. a dagirker li navçeya Licê û Qereqola Hega Sor a girêdayî Hênê bi awayekî zêde sewqiyata leşkerî pêk aniye.

4’ê Gulanê saet di navbera 18:00 - 19:30’î de artêşa Tirk rêya bendava Farqînê qut kiriye û li qadê lêgerîn pêk aniye. Paşê saet di navbera 20:00 - 00:00 de bi piştgiriya wesayîtên zirxî li qadê kemîn daniye. Dîsa di navbera 19:00 - 23:00’an de li sêgoşeya rêya bendava Farqîn û Ferhendê kemîndanîna artêşa Tirk didome.

Ev hefteyeke artêşa dagirker a T.C. li navçeyên Qereçoban, Xinis û Qereyazî yên Erziromê û navçeya Melazgir a Mûşê bi awayekî zêde kemînan datîne.

5’ê Gulanê saet di navbera 10:00'an de li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê tevgera helîkopterên Skorsky yên artêşa dagirker a T.C. pêk hatiye. Ji ber tevgera helîkopteran li herêmên me yên gerîla zêde bûne ji aliyê gerîlayên me ve bi armanca hişyariyê gulebaran hatiye kirin. Li ser vê yekê skorsky ji qadê dûr ketine.

Di navbera 5’ê Gulanê saet 16:00 û 6’ê Gulanê saet 05:00’an de li ser qada Kirê Kor ê girêdayî Îdir tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky û pêgerên hewayî yên bê mirov rû daye.”