Şervanê YPG’ê Cîn û şervana YPJ’ê Gok spartin axê

Şervanê YPG’ê Îbrahîm Cîn (Siyabend Zinar) û şervana YPJ’ê Ayten Gok (Dîdar Gabar) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Îbrahîm Cîn (Siyabend Zinar) û şervana YPJ’ê Ayten Gok (Dîdar Gabar) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Îbrahîm Cîn (Siyabend Zinar) ê 10'ê Cotmeha 2014'an li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Elbakê ya Şirnexê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Cîn ji aliyê kerwanekî qelebalix ê wesayîtan anîn navçeyê û ji aliyê jin û welatiyan ve li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê bi tilîlî û dirûşman hate pêşwazîkirin. Li ber avahiya DBP'ê ji bo Şervanê YPG'ê Cîn merasîma cenaze pêk hat. Di merasîma cenaze de Hevserokê Şaxa MEYADER'ê yê Cizîrê Mela Kasim Yîgît axivî û wiha got: "Gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn pêşengiya mirovahiyê dike. Mirovahî bi têkoşîna azadiyê heye."

Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî diyar kir ku şervanê YPG'ê Cîn ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kir û wiha got: "Îbrahîm îro hem li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û hem jî li hemberî AKP'ê têkoşînê dimeşînin û digihijin şahadetê. Bi destê AKP'ê ve xwîna zarokên me yên li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin heye. Lê em li vir soz didin gelê xwe em ê ji bo azadiyê ava bikin bixebitin. Em ê li hemberî van polîtîkayên qirêj têkoşînê bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Cîn bi meşê ber bi Goristana Asrî ve bi meşê birin. Cenazeyê Îbrahîm Cîn li goristanê bi dirûşman hate definkirin. Piştî karên definkirinê welatiyan konên sersaxiyê yê li Qada Gel hatî vekirin ziyaret kirin û sersaxî li malbatê dan.

GOK, LI GUNDÊ ŞEWÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê şervana YPJ'ê Ayten Gok (Dîdar Gabar) di şerê hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da ji hêla sedan welatiyan ve li gundê Şewê yê Basayê hate definkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Ayten Gok (Dîdar Gabar) a 20'ê Cotmehê li Kobanê di şerê hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dabû ji hêla sedan welatiyan ve li gundê Şewê yê Basayê ya Şirnexê hate definkirin. Cenazeyê şervana YPJ'ê Gok piştî otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi Şirnexê ve hat birêkirin. Cenazeyê Gok li ser pira Basayê ji welatiyan ve hat pêşwazîkirin û bi karwanekî çûn gundê Şewêyê. Namzetên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û gelek rêveber û endamên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê amade bûn.

KURDÊ DENGE XWE DIDE AKP'Ê BILA ŞERM BIKE'

Cenazeyê Gok di ketina gund de bi ala KCK'ê hat xemilandin û heta goristana gund meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Kujer DAIŞ hevkarê wê AKP" hatin berzkirin. Cenazeyê Gok bi merasîmekê li goristanê hat definkirin. Li ser gorê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk axaftinek kir. Bîrlîk diyar kir ku bi saya berxwedana cangoriyan Kobanê azad bû û got ku ew minetdarên ciwanên ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda dikin. Bîrlîk da zanîn ku berxwedana Kobanê bû berxwedana jinan û jinan şoreşek bêhempa pêk anîn.

Li ser navê malbatê jî bavê Aytenê, Hekîm Gok axaftinek kir. Gok diyar kir ku keça wî bi salan e ji bo gelê Kurd di nava têkoşînê de cih girtiye û wiha axivî: "Di pêşiya me de hilbijartinek heye. Divê Kurd hemû dengê xwe bidin xwe. Kesê bêje ez Kurd im û Kurdî biaxive divê dengê xwe nede AKP'ê. Ew kesên ku dengê xwe didin AKP'ê bila ji xwe şerm bikin. Heta kengî wê li pey AKP'ê bimeşin."

Ji ber ku beriya niha konê sersaxiyê ji bo Gok hatibû vedan vê carê konê sersaxiyê nayê vedan.