Di sûcên propagandayê de biryarên bi emsal

Nazan Dîkîcî ya 27 salî ku li Amedê dijî, di sala 2008’an de bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Ocalan û bi hinceta beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûye û ala PKK’ê hildaye, doz lê hat vekirin.

Nazan Dîkîcî ku sala buhrî di roja dayikan de bi du zarokên xwe yên otîzmê re hate girtin, di doza wê de biryarek bi emsal derket. Dadgeha Bilind, li şûna biryarên têkildarî ku cih nadin taloqkirina cezayan yên dadgehên herêmî ji sûcê propagandaya rêxistinê daye, got ku divê ceza di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bê nirxandin, di çarçoveya pakêta darazê ya 3. de bê taloqkirin û di nava 3 salan de di rewşa sûc neyê kirin de bila doz bê xistin. Parêzerê dozê Mehdî Ozdemîr got ku biryara Dadgeha Bilind têkildarî doza Nazan Dîkîcî de daye, emsalê teşkîl dike.

Nazan Dîkîcî ya 27 salî ku li Amedê dijî, di sala 2008’an de bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Ocalan û bi hinceta beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûye û ala PKK’ê hildaye, doz lê hat vekirin.

Dîkîcî bi hinceta ku ‘propangadaya PKK’ê’ kiriye rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat. Sala buhrî jina ciwan bi zarokên xwe Siyabend yê 4 salî û Kendalê 2 salî re ket girtîgehê.

Li ser îtîrazê dadgehê guherî dawî ya qanûnê li ber çavan girt û biryara rawestandina înfazê da. Dîkîcî bi 2 zarokên xwe re 8 saetan di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de mabû.