Di daxuyaniya DBP'ê hat gotin, "Wan ji dil ji şiyara biratiya gelan bawer dikirin û lîderên şoreşger ên bingeha vê danîn bûn. Wezîfeya li pêşiya me hemûyan, ji bo rizgariya demokratîk mezinkirina hêza rêxistinkirî, xurtkirina hest û xeta têkoşîna hevpar û piştevaniyê ye."
Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji ber salveger 43. a darvekirina ji lîderên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hesabpirsîna ji zîhniyeta rêya sêdarê da ber denîzan û pêkanîna demokratîkbûyînê, weke wezîfeyekeê li pêşiya hemû hêzên çep, sosyalîst û demokrasiyê ye" û ev xal hat destnîşankirin:
'NEKARÎN BIRATIYA GELAN HILWEŞÎNIN'
"Beriya niha bi 43 salan di 6'ê Gulana 1972'an de gemarek li rûpelên dîrokê ket. Ji pêşengên şoreşger ên nifşê 68'an Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi biryara ji aliyê Meclîsê ve hat erêkirin re hatin darvekirin. Di kesayetiya wan de pêşeroja ronî ya vî welatî derxistin sêdarê. Wan ji dil ji şiyara biratiya gelan bawer dikirin û lîderên şoreşger ên bingeha vê danîn bûn. Komek ji Ûşal Bardakçi, Mahîr Çayan, Omer Ayna, Sebahattîn Kûrt, Denîz Gezmîş û Huseyîn Cevahîr ên Dev-Genç'î, di sala 1968'an de çûn Colemêrgê û li ser ava Zê pirek çêkirin. Gotin; 'Em ne li Stenbolê li ser Çepê Zê pirê çêdikin'. Ev pir di heman demê de pira biratiya gelan bû. Lê belê ev pira aştî û biratiyê bi bombeyên zîhniyeta li Kizildereyê Mahîr bi xwînxwarî qetil kir û Denîz bir sêdarê ve, di salên 1990'î de hat hilweşandin. Yên ev pir xera kirin xwestin biratiya gelan xera bikin û li şûna wê dijminatiya gelan biafirînin. Lê belê bi ser neketin. Gelên Tirkiyeê destûr neda ev biratî bê xerakirin."
'JI BO RIZGARKIRIYA DEMOKRATÎK EM TÊKOŞÎNA HEVPAR XURT BIKIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku serdestan ti carî nekarî bandora dirûşma "Bijî biratiya gelên Kurd û Tirk" a Denîz li ber sêdarê qîriya bişkenînin û hat gotin, "Ji ber ku vîn û rastiya gelekî heye ruhê têkoşînê yê 1970'î, berxwedana wê demê gihandiye roja îro û di roja îro de jî bi heman coş û biryardariyê vê têkoşînê dimeşîne. Têkoşîna Kurdan, Tirkan, Elewiyan, kedkar, jin, ciwan û komên cuda yên bawerî û nasnameyan a aştî, demokrasî, azadî û kedê, wê Tirkiyeyeke demokratîk û azad ku her kes di nava mercên wekhev de bi awayekî aştiyane lê bijîn, biafirîne. Bîranîn û fêmkirina Denîzan li gorî cewhera wan, wezîfeya li pêşiya hemû hêzên demokrasiyê û me ye. Ji bo rizgariya demokratîk divê em hêza xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin, hest û xeta têkoşîna hevpar û piştevaniyê xurt bikin."
'RÊYA TÊKOŞÎNA ME RONÎ DIKIN'
DBP'ê di kesayetiya Denîzan de hemû cangoriyên têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê bibîr anî û got, "Bîranînên wan mîna duh wê îro jî rêya me ay têkoşîna azadî û demokrasiyê ronî bike. Li pêşberî bîranîna wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."