Hejmara sivîlên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bû 4 kes
Li Hesekê, hejmara sivîlên ji ber êrîşên hewayî yên çeteyan jiyana xwe ji dest dan, derket 4 kesan.
Li Hesekê, hejmara sivîlên ji ber êrîşên hewayî yên çeteyan jiyana xwe ji dest dan, derket 4 kesan.
Li Hesekê, ji birîndarên êrîşa çeteyan a bi hawanan, jina bi navê Selwa Beşîr (45) a li taxa Slihiyê, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Bi vê yekê re hejmara sivîlên ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dan, derket 4 kesan.
Jina bi navê Îman El Etreş û Aram Zavê yên di heman êrîşê de birîndar bûn, tedawiya wan dewam dike.
Di êrîşa li Hesekê de beriya niha Şemsa Elî Ebdo (45), Şêrîn Remezan (16) û Ehmed Dawid Şêxmûd (30) jiyana xwe ji dest dabûn.