Şervanê YPG'ê Bektaş ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ramazan Bektaş (Egîd Cûdî) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ramazak Bektaş (Egîd Cûdî) ê di 20'ê Cotmeha 2014'an de di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de jiyaan xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê bi konvoyekê ji Rihayê hat wergirtin. 

Cenazeyê Bektaş li pêşiya bajêr, tevî Hevşardarên bajar, navçe û bajarokên Şirnexê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar, navçe û bajarokên Şirnexê, nûnerên saziyên li bajêr, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkrin.

Girseya gel darbesta Bektaş a bi ala YPG'ê hat pêçandin li ser milan bir Goristana Nala Rû ya li taxa Bahçelîevlerê. Li goristanê, li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin.

Endamê Desteya Rêberiya Navendî ya HDP'ê Mehmet Aslan li vir peyivî û got, "Çar aliyên Kurdistanê ji aliyê dewlet û rêxistinên faşîst ve hatine girtin. Tevî van hemû şehadetan em ê xaka xwe ji navendên şer, ji rêxistinên terorê û ji dewletên barbar ên dijminê ol re nehêlin."

Dayika Bektaş a YPG'yî Nûriye Bektaş jî anî ziman ku kurê wê şehîdê gelê Kurdistanê ye û got, "Ji ber ku we bedenê kurê min ji min re anî, ez spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd dikim. Ramazan ne tenê kurê min e, bira şehîdên Kurdistanê yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, bira û rêhevalê we ye."