Çeteyên êrîşî Hesekê kirin hatin hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê ku îro danê sibehê bi hawanan êrîşî bajarê Hesekê kirin, di encama operasyona hêzên YPG û Asayîşê de hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku îro danê sibehê bi hawanan êrîşî bajarê Hesekê kirin, di encama operasyona hêzên YPG û Asayîşê de hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji çavkaniyên nêzî Asayîşê girtine, çeteyên DAIŞ’ê îro danê sibehê ji aliyê bakurê rojavayê Hesekê ve bi hawanan êrîşî bajêr kirin. Di encama êrîşa çeteyan de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê yekê hêzên YPG û Asayîşê li herêma ku hawan jê dihatin  avêtin, operasyon da destpêkirin. Di encama operasyonê de koma çeteyan ku ji 5 kesan pêk dihat, hat îmhakirin.  Cenazeyên 5 çeteyan ketin destê YPG û Asayîşê.