‘Raketina li mirinê û Kurdên Rojava’

Pirtûka rojnamevan-nivîskar Ekrem Sûnar a li ser şahidiyên wî yên li rûniştinên doza bingehîn a PKK'ê ya li Dadgehên Leşkerî ya Rewşa Awarte ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î hatin dîtin, wê li Amedê bigihêje ber destê xwendevanan.

Pirtûka rojnamevan-nivîskar Ekrem Sûnar a li ser şahidiyên wî yên li rûniştinên doza bingehîn a PKK'ê ya li Dadgehên Leşkerî ya Rewşa Awarte ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î hatin dîtin, a bi navê ‘Bi gotinên Mazlum, Kemal û Hayrî re;  raketina li mirinê’ û pirtûka wî ya bi navê ‘Hesret’ a ku parçebûna Kurdên li Sûriye û Tirkiyeyê vedibêje wê  di 12-17’ê Gulanê de li Amedê li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê bigihêje xwendevanên xwe.

Rojnamevan-nivîskar Sûnar, danişînên girîng ên doza sereke ya PKK’ê yên li Dadgeha Leşkerî ya Rêveberiya Awerte a Hejmar 2 a Fermandariya Kolordu a 7. du salan berdewam kir û Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Mustafa Karasu, Akîf Yilmaz, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Alî Çîçek jî di nav de, dihatin darizandin, kir pirtûk.

Pirtûk ji weşanxaneya DO derket û navê pirtûkê ‘Bi gotinên Mazlum, Kemal û Hayrî re; Li mirinê razan’ e. Ekrem Sunar di pirtûkê de bûyerên mirin û îşkenceyê yên li girtîgeha Amedê hatine jiyîn  jî vedibêje û rûniştina îlankirina mirina rojiyê ya 14’ê Tebaxa 1982’an a Hayrî Durmuş, sansura li ser rojnamegeran, sekna kadroyên pêşeng ên PKK’ê, nêzîkatiyên li dijî girtî û parêzeran, bi awayekî berfireh vedibêje.  

Sûnar pirtûka xwe bi îdîaname, girtekên dadgehê û qeydê rûniştinê, xurt dike. Di pirtûkê de tê nîşandan ku ji bo bala raya giştî bikişînin ser doza sereke ya PKK’ê ya di 13’ê Nîsana 1981’ê de destpê kiriye, di TRT’ê de dîmenên dîj propagandayî hatiye weşandin. Di pirtûkê de tê vegotin ku di bernameyê de dîmenên ji axaftinên Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş û hevalên wî cih digirin û ev bername di navbera 28’ê Adar- Nîsana 1981’ê de hefteyekê di TRT-TV beriya nûçeyên êvarê hatine weşandin.

Sûnar da zanîn ku kesên wê demê derxistine bernameyê di nav de Şaredarê Hîlwanê Veysî Bayik jî heye, gundî, esnaf, mamoste, memur û jin wek mexdurên terorê hatine nîşandan.

Sûnar da zanîn ku tevî ku di ser van danişîn û hovîtiyên li girtigeha Tîpa E ya Amedê hatine jiyîn de 33 sal derbas bûye jî hîna, di hişan de tezeye û armanca amadekirina pirtûkê wiha vedibêje: “

“Di ser damezrandina PKK’ê de 40 sal derbas bû. Darizandina endamên rêxistinê yên cara yekem di 13’ê Nîsana 1981’ê de derketin pêşberî darazê di 24’ê Gulana 1983’an de bi encam bû. Min wek rojnamegerekî di beşeke mezin a rûniştinên mijara gotinêye de, darizandin û îfadeyên endamên rêxistinê temaşe kir.  Kadroyên pêşeng di mijara ‘pirsgirêka Kurd’ de wek konferansekê îfade dan heyeta dadgeha leşkerî. Di ser de 32 sal derbas bû. Di vê pêvajoyê de têkildarî ‘armanc û gotinan’ de gelek tişt her tim bûn mijara meraqê. Ji ber ve meraq kêm be jî bê rakirin, min bi belge û notan agahî berhevkirin û ev kir pirtûk.”

HESRETA KURDAN NAQEDE

Ekrem Sûnar di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hesret’ de jî, jiya Kurdên li Tirkiye-Iraq û Sûriyeyê dijîn vedibêje. 

Sûnar di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dibêje: “Di ser peyamana Enqereyê  (1921-1926) ku Kurdên li Başûrêrohilatê Tirkiyeyê dijiyan, bi xaka wan re di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de parçebûne de, 89 sal derbas bû. Di nava vê demê de Kurd ji ber parçebûnê her tim ‘salên hestiyar’ jiyane. Di salên bi êş de bêyî bigihêjin hev, hev û din bibînin, ev cîhan derket kirin. Jiyana wan winda bû.”

Her wiha di pirtûkê de gelek mijarên din cih digirin û zextên rejîma BAAS jî tên vegotin.

...