DBP: Gelê Kurd li hember zextan serê xwe natewîne

Li navçeya Bîsmîlê leşkeran di nava de mala Hevşaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu jî heyî bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 16 kesan.

Li navçeya Bîsmîlê leşkeran di nava de mala Hevşaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu jî heyî bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 16 kesan.

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê serê sibê leşkerên girêdayî Fermandara Leşkaran a Bîsmîlê li navenda navçeyê di nav de mala Hevşaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu jî heyî bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin û hejmara kesên hatin binçavkirin herî dawî gihişt 16 kesan. Ji ber li ser dosyayê biryara "veşariyê" heye sedema binçavkirinan nehate zanîn û parêzerên daxwaza numreya dosyayê ji leşkeran kirin lê leşkeran ev yêk jî nedan.

Rêxistina DBP'ê ya Bîsmîlê têkildarî mijarê de daxuyanî da û serdegirtin şermezar kirin. Hevşaredarên Bîsmîlê Cemîle Emînoglu û Resul Sari, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û gelek welatî tevlî daxuyaniya li ber şaredariyê pêk hat bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axivî û diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê lîstikên qirêj ên AKP'ê yên li herêmê ketin dewreyê.

Şîmşek anî ziman ku leşkeran deriyê mala Hevşaredar Cemîle Emînoglu şikandin û ketin malê û pişt re gotin, "Şaştî çêbû" û wiha got: "Bi gotinên li dijî exlaq hewil didin sûcên kirin veşêrin. Di hilbijartinê de hewl didin vîna gel biguherînin." Şîmşek anî ziman ku ti kes nikare HDP'ê rawestîne û wiha axivî: "Berê bi zexên wisa hewl dan gelê Kurd bitepisînin. Gelê Kurd li hemberî zext û şîdetan serê xwe natewîne û bila hemû kes vê yekê baş bizane."

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin. Bîlîcî gumana xwe ya li hemberî binpêkirinên mafê mirovan anî ziman û got ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan lêkolîn bikin li navçeyê ne. Bîlîcî da zanîn ku di bin navê "ewlehiya cemaweriyê" bi awayekî keyfî bi ser malan de digirin û binçavkirin pêk tên.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiyê de dirûşma "zext me bêzar nakin."