Li Şengalê pevçûnên dijwar diqewimin

Li Şengalê di navbera hêzên HPG, YJA-Star-YBŞ û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin.

Li Şengalê di navbera hêzên HPG, YJA-Star-YBŞ û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê RojNewsê, li taxa Hay Nasir ya Şengalê di navbera hêzên HPG, YJA-Star-YBŞ û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin.  Nêzî nîv saete pevçûn dewam dikin.

Hat ragihandin, ku heta niha di pevçûnan de 2 çete hatine kuştin.

Di vê navberê de balafirên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî di van kêliyan de li çeperên DAIŞ'ê didin.

Çeteyên DAIŞ'ê li taxa Hay Nasir ji bo xwe ji êrîşên balafiran biparêzin û xuya nekin, tekelê maşînan dişewitînin.

Herwiha li 5 cihên Şengalê dukel radibe û pevçûn dewam dikin.