'Xwestin felsefeya Rêbertiyê vala derxînin'

Gerîlayên HPG û YJA Starê, êrîşa bombeyî ya di 6'ê Gulana 1996'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, nirxandin. Gerîlayan gotin, "Pêwîste hemû komplo bi berxwedaneke mezin werin pêşwazîkirin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê, êrîşa bombeyî ya di 6'ê Gulana 1996'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, nirxandin. Gerîlayan gotin, "Pêwîste hemû komplo bi berxwedaneke mezin werin pêşwazîkirin."

Beriya niha bi 19 salan, di 6'ê Gulana 1996'an de li paytexta Sûriye Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşeke bombeyî hatibû lidarxistin. Wesayîta bi 1 ton teqemeniyê hatibû barkirin, wê li ber akdemiya perwerdeyê ya Ocalan bihata bicihkirin û bi teqandina vê wesayîtê re wê Ocalan bihata tesfiyekirin. Lê belê ev plan bi pêşdîtina Ocalan vala derket û hêzên tesfiyekar bi ser neketin. Di binê vê êrîşê de di şexsê Ocalan de polîtîkaya tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd hebû.

Gerîlayan, armanca êrîşa 6'ê Gulana 1996'an ji ajansa me re vegotin.

'RÊBERTÎ MEJIYÊ TEVGERÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê Adil Axpik: Rêbertî mejiyê tevgerê ye. Feraseta dewleta faşîzan ev rastî dît û li gorî wê dixwest gavan biavêje. Serokwezîra wê demê Tansû Çîller û Serokê Fermandariya Giştî yê hingî Dogan Gureş, ji bo Rêbertiya me ji aliyê fîzîkî ve ji holê rakin plan dikirin. Di 6'ê Gulanê de xwestin bi wesayîteke bombebarkirî re vê komployê pêk bînin. Lê belê komploy bi ser neket.

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Abay: Ji bo têkbirina rastiya civakî darbe tên kirin. Van zextên zîhniyeta desthilatdarîparêz û tarî, civak xistine nava pêvajoyeke derketina jê zehmet e. Yek ji van darbeyan jî bi awayekî şênber komploya ji aliyê fîzîkî ve li hemberî Rêbertiyê hatiye kirin e.

'KOMPLOYA 15'Ê SIBATÊ DEWAMA 6'Ê GULANÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê Şervan Amed: Hêzên komploker ên ya di 6'ê Gulana 1996'an de xwesti bikin bi ser nexistin, nesekinîn. Komploya 6'ê Gulanê hat pûçkirin û felsefe û îdeolojiya Rêbertiyê di nava gel de deng veda. Lê belê hêzên paşverû yên nekarî xwe li vê rewşê rabigirin, di 15'ê Sibata 1999'an de bi desteka ji dewletên komploker wergirtî re, Rêbertî dîl girtin.

Ev komplo bi hin armancan pêk hat. Girseya bi felsefeya Rêbertiyê bi pêş ve diçû, li qada leşkerî hebûna gerîla û girseya gel, bi xweşiya komplokerên navneteweyî neçûn. Lewma li dijî vê komplo kirin.

'XETA FEDAÎ YA ZÎLAN BERSIV DA KOMPLOYÊ

Piştî komploya li hemberî Rêbertiyê, gerîla li dijî vê helwesteke tund nîşan da. Piştî komploya 6'ê Gulanê li Dêrsimê hevala Zîlan ku hînê saleke xwe temam nekiribû Rêbertî fêm û hîs kiribû. Li Dêrsimê di asta bersivdayînê de çalakiya bi ruhê fedaî lidar xist.

Li hemberî her şêwe êrîş an jî komploya li hemberî Rêbertiyê, gerîla wê di asta herî bilind de bersivê bide. Rêbertî îro li Girtîgeha Îmraliyê ye. Li hemberî hewldanên gengaz ên dewletê, bersiva em bidin wê di xeta fermandar Zîlan de be. Em vê yekê bi vî rengî dinirxînin. Komployên gengaz wê li bersiveke bi vî rengî rast bên.