Welatiyên Êzidî yên ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji Şengalê koçber bûn û li Konbajarê Qada Fîdanlikê ya Yenîşehîra Amedê bi cih bûne, komkujiya li ser Êzidiyan şermezar kirin. Welatiyê Êzidî Huseyîn Aldaxîn diyar kir ku eger rewş wiha berdewan bike ew ê bi jin û zarokan sînor derbas bikin û dê biçin Şengalê.
Piştî pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê reviyan civaka Êzidî yên Şengalê bi komkujiya çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû man. Gerîlayên HPG/YJA Star û şervanên YPG/YPJ'ê çûn hawara welatiyan û wan ji komkujiyê rizgar kirin. Bi hezaran welatiyên Êzidî hatin Amedê û li Konbajarê Qada Fidalikê ya Yenîşehîrê bi cih bûn. Welatiyên Êzidî ji bo balê bikişînin ser rewş Êzidiyên Şengalê û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar bike li konbajar daxuyanî da çapmeniyê. Beriya daxuyaniyê leşkeran hewl da bi awayekî kêfî nasnameyên welatiyan kontrol bikin, xebatkarên konbajar nerazîbûn nîşanî leşkeran dan. Vê carê leşkeran hewl da xebatkarên konbajar binçav bikin û li ser nerazîbûna welatiyan leşker ji nav konbajar dûr ketin.
Di çalakiyê de zarokên keç ji bo balê bikişînin ser kirîn û firotina keçên Êzidî cilên reş li xwe kirin û destên xwe bi bendan girêdan. Li ser navê welatiyan jina Êzidî Kurê Sivok, Îbrahîm Xano û Huseyîn Aldaxîn axivîn.
'HER ROJ CIWANEK XWE LI VIR DIKUJE'
Jina bi navê Kurê Sivok diyar kir ku bi hezaran ciwanên wan hatin qetilkirin û bi hezaran keçên wan xwe xwe kuştine û wiha got: "Her çiqas gelê Amedê alîkarî dabin me jî êdî em nikarin li vir bimînin." Sivok destnîşan kir ku derûniya gelê li konbajar xirabûye û her roj ciwanek xwe xwe dikuje.
'BILA GELÊN CÎHANÊ XWEDÎ LI VÊ CIVAKA BELENGAZ DERKEVİN'
Îbrahîm Xano jî destnîşan kir ku êdî zarok nikarin razên, her tim di xewna xwe de çeteyên DAIŞ'ê dibînin û digirîn. Xano da zanîn ku gelek kesên biyanî hatin û sozdan ku alîkariya civaka Êzidî bikin lê heta niha kesekî tiştek nekiriye û wiha wiha got: "Heta niha ne tu dewletan û ne jî Hikûmeta Federal a Kurdistanê ji me re tiştek nekirine." Xano anî ziman ku wan tu xirabî li kesî nekirine û wiha pê de çû: "Em bang li gelên cîhanê dikin ku xwedî li vê civaka belengaz derkevin."
'HETA ŞENGAL NEKEVE BIN GARANTIYA NAVNETEWEYÎ DE EM NAZIVIRIN'
Huseyîn Aldaxîn diyar kir ku divê her kes ji bo rizgarkirina welatiyên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de têbikoşin. Aldaxîn daxuyand ku eger ev rewş wiha berdewan bike ew ê bi jin û zarokan sînor derbas bikin û got ku bila wan hemûyan bikujin.
‘BILA KOMKUJÎ WEK QIRKIRINÊ BÊ NASKIRIN’
Êzîdiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ hatin Şirnexê û li Navenda Jiyanê ya Bîşeng dimînin jî, bi civîna li bajarê Lahey yê Hollanda ya têkildarî Êzidiyan bi awayekî hemwext meşek li dar xistin.
Di çalakiyê de hat xwestin ku êrîşên li dijî Êzidiyan wek qirkirin bê qebûlkirin. Girseya di nav kampê de meşiya pankartên, "Bijî azadiya Şengalê", "Bila qirkirina li hember Êzidiyan bê naskirin” hilgirtin. Piştî meşê li ser navê girseyê Jiyan Havîn xwest êrîşên li hember Êzidiyan bên lanetkirin û ev êrîş ji aliyê tevayî raya giştî ya Ewropayê wek qirkirinê bê qebûlkirin. Havîn got: "Eger Ewropa û mirovatî, vê pêkanîna dij mirovî ya li hember gelê me wek qirkirin nas bike wê derkeve temîzê.”
Çalakî paşê bi dirûşmên dilsoziya bi YPG, YPJ û YBŞ’ê re bi dawî bû.