Li Elezîzê pêngava "Xwedî Derkeve" destpê kir

Li Elezîzê ciwanan pêngava 'Xwedî Derkeve" dan destpêkirin. Ciwanan dan xuyakirin ku ew ê li dijî qirkirina çandî û talankirina xwezayê, bi hêza xwe ya cewherî têbikoş in.

Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên DBP'ê yên Elezîzê û DEM-GENÇ'ê ciwan di çarçoveya pêngava "Xwedî Derkeve" de ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Elezîzê heta Xeraja Xozadê meşiyan. Di meşa ku bi sedan ciwan lê amade bûn de dirûşmên "Xwedî li ax, av, ziman, çand, rêbertî û nasnameya xwe derkeve, "Elezîz îsyan e, ji Mûnzûr re silav e" hatin qîrîn.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ LÎSTIKÊN QIRÊJ ÊN DEWLETÊ 

Li ser navê ciwanan Recep Kamci daxuyanî dan û diyar kir ku wan pêngava "Xwedî Derkeve" li Elezîzê jî dane destpêkirin. Kamci ragihand ku ji bo lîstikên qirêj ên dewletê yên li hemberî ciwanan pûç bikin, ew ê li taxan û zanîngehan bi hêza xwe ya cewherî têbikoş in.

Kamci da zanîn ku ew ê bibin şopdarê hemû qirkirinên çandî û talankirina xwezayî yên li Elezîzê û li dijî van têbikoş in.

Di daxuyaniyê de, ji ber salvegera îdamê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan hatin bîranîn.