Li ser daxwaza gundiyan hêzên YPG/YPJ'ê çalakî lidar xistin

Li herêma Aliya ya Til Temirê, li ser daxwaza gundiyan hêzên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin.

Li herêma Aliya ya Til Temirê, li ser daxwaza gundiyan hêzên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, hêzên YPG/YPJ’ê li ser daxwaza gundiyan li herêma Aliya ya li bakurrojavayê Til Temir çalakiyek lidar xistin. Çalakiyê nîvê şevê saet di 01:00 de destpê kir û veguherî pevçûnên dijwar.

Hate gotin ku di pevçûnan derbeyên giran li çeteyan hatine xistin, lê ji ber ku pevçûn berdewam dikin, der barê encaman de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Li aliyê din balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî, nuqteyên çeteyan bombebaran kirin.