Li Şengalê akademiyeke leşkerî û îdeolojîk: Derwêşê Evdî

Civata Êzidî ya ku piştî komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê anî serê wan li quntarên Çiyayê Şengalê dijî, rêxistinbûyîna xwe xurt dike. Êzidî bi Akademiya Derwêşê Evdî re perwedeya leşkerî û îdeolojîk werdigirin.

Civata Êzidî ya ku piştî komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê anî serê wan li quntarên Çiyayê Şengalê dijî, rêxistinbûyîna xwe xurt dike. Êzidî bi Akademiya Derwêşê Evdî re perwedeya leşkerî û îdeolojîk werdigirin. Şagirtên akademiyê bang li ciwanan kirin ku tevlî refên YBŞ'ê bibin.

Ji Akademiya Derwêşê Evdî heta niha 20 mezûn hatin dayîn. Li dewreyên perwerdeyê yên nû, navê gerîlayên YJA Starê Bêrîvan Colemêrg û Zîlan Piling ên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, hat dayîn. Li akademiyê, ji bo çand û baweriya Êzidiyatiyê winda nebe perwerdeya dîrokî û îdeolojîk û ji bo parastina cewherî jî dersên çek û taktîkê tên dayîn.

Şervanên YBŞ'ê yê li akademiyê perwerdeyê dibînin gotin, "Me digotin qey bikaranîna çekan bi tenê bi kêrî kuştina yekî tê, lê ev nêrîna me guherî" û destnîşan kirin ku li akademiyê ew hîn bûne ku çek di avakirina jiyana nû de weke amûrekê tê bikaranîn.

'NÊRÎNA KU KOMKUJIYÊ MÎNA ÇARENÛSÊ DIBÎNE, JI HOLÊ RADIBE'

Ji Fermandariya YBŞ'ê û rêveberiya Akademiya Derwêşê Evdî Serxwebûn Azadî bi van gotinan behsa armanca damezrandina akademiyê kir: "Di koka baweriya Êzidxanê de parastina çand û baweriya xwe û li dijî her şêwe êrîşan ruhê berxwedana bê dawî heye. Armanca vê amadekiyê jî ji nû ve şînkirina vî ruhî li ser kokên xwe ye. Di baweriya Êzidiyan de em rastiyeke dîrokî dibînin ku li hemberî her şêwe êrîşên ji derve her tim parastina cewherî û berxwedan hatiye nîşandan. Bi dersên li akademiyê re tê xwestin ku civata me ya Êzidî hîn bêhtir xwedî li dîroka xwe derkeve. Bi 73 fermanan re Êzidî hatin bêdengkirin û ji vê dîrokê hatin dûrxistin. Bi dersên îdeolojîk ên li vir re hewl tê dayîn ev dîrok ji nû ve ronî bibe, çi jin, mêr, zarok, ciwan hemû Êzidî vî ruhê berxwedêr ên Êzidiyatiyê nas bikin."

Azadî da xuyakirin ku perwerdeya leşkerî ya li akademiyê jî ji bo parastina cehwerî ya Êzidiyan di oxira xaka xwe de tê dayîn û got, "Em gelekî 73 ferman bi serê me de hatiye. Bêdengî, çavtirsandî, bêbawerî û nêrîna ku van hemûyan mîna çarenivîsê dibîne êdî ji holê radibin. Piştî vê perwerdeyê mirov dibin xwedî wê hêzê ku karibe xwe, baweriya xwe, xaka xwe li dijî her şêwe êrîşan biparêze. Bi hatina gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo parastin û ewlekariyê re, vî gelî her tişt bêhtir bi zelalî dît. Hêzên HPG û YJA Starê em rizgar kirin. Dema civata Êzidî parastin, gelek şehîd dan. Îro hînê li Şengalê li mewziyên herî pêş li dijî terorîstên DAIŞ'ê şer dikin û şehîdan didin. Em weke civata Êzidî wan weke şehîdên YBŞ'ê dibînin. Yên ku perwerdeya destpêkê ya xweparastinê dan me ev hêz bûn. Weke civat me baştir dît ku parêzvan û dostê rasteqîn ê civata Êzidî kî ye."

'EM Ê HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI BAWERIYA XWE DERKEVIN'

Şagirtê akademiyê yê bi navê Berxwedan Tolhildan jî got, "Der heqê baweriya Êzidiyatiyê de hin aliyên ku me bi xwe jî nezanîbûn, bi saya vê akademiyê em hîn bûn. Me bawerî û dîroka xwe ewçend bingehîn nedinirxand. Eger beriya fermanê me ev hemû zanibûya, yanî me karîbûya xwe li koka kevnare ya baweriya xwe bigirta, me yê karîbûna pêşî li vê komkujiyê bigirta. Em ê ji niha û pê ve bêhtir bi xurtî xwedî li baweriya Êzidiyatiyê derkevin."

'WIJDANÊ RAZÎ NEBÛ EZ LI MALÊ RÛNÊM'

Ji şagirtên Akademiyê Sîrwan Merîwan jî ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî refên YBŞ'ê bûye. Piştî dewreyek perwerdeyê li Akademiya Derwêşê Evdî niha li akademiyê weke hîndekar cih digire. Merîwan got, "Weke ciwanekî Kurd, piştî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê li Rojava û Şengalê anî serê gelê me, wijdanê min qebûl nekir ku li malê rûnêm. Bi taybetî jî komkujiya li civata me ya Êzidî hat kirin, bandoreke kûr li min kir. Ez jî hatim ji bo paratina gelê xwe tevlî refên YBŞ'ê bûm. Akademî ne tenê ji bo Êzidiyan e, hemû bawerî dikare ji xwe re cihekî tê de bibîne. Civata Êzidî eleqeyeke mezin nîşanî akademiyê dide. Berî dewreyek vedibû, lê niha ji ber daxwaza zêde êdî du dewre bi hev re destpê dikin. Di nava perwerdeya îdeolojîk de dersa herî zêde balê dikşîne, dersa li ser dîroka baweriya Êzidiyan e. Beriya vê akademiyê min nizanîbû di dîroka baweriya Êzidiyatiyê de ewçend êş û komkujî rû dane. Ya ku hatiye serê civata Êzidî li ti devera cîhanê nehatiye serê ti gelî. Piştî vê perwerdeyê min fêm kir ku ji bo cihgirtina li nava hêzên parastina vî gel û baweriyê, cihê ku karibim wezîfeya xwe bicih bînim, ev der e."

BANGA BEŞDARIYA LI NAVA REFÊN YBŞ'Ê

Şervanê bi navê Bahoz Tûfan jî anî ziman ku li vê akademiyê wan xwe gihandine cewhera baweriya xwe, Êzidiyatî baştir nas kirine. Tûfan da zanîn di 73 fermanên hatine serê wan de ew ji aliyê ti kesî ve nehatine parastin û got, "Yên ji me re gotin 'em ê we biparêzin' me rûyê wan ê rast dît. Me dît ku bi çi rengî di komkujiyê de em terkî mirinê kirin û pêşî li komkujiyê vekirin." Tûfan ev bang kir: "Bang li tevahiya ciwanên Êzidî yên li gelemperiya cîhanê dikim ku ji bo parastina bawerî û rûmeta xwe tevlî nava refên YBŞ'ê hêza parastina Şengalê bibin. Em dizanin ku hêzên naxwazin YBŞ mezin bibe hewl didin pêşî li tevlîbûnan bigirin û polîtîkayên qirêj dimeşînin. Ji ber ku hebûna hêzeke Êzidiyan ji bo parastina xwe, ji bo wan tê wateya tinebûnê. Pêwîste hemû Êzidî rê nedin van polîtîkayên qirêj, êş û komkujiya bi serê wan de hatiye û yên ku ew terikandine ji bîr neke. Ji ber vê yekê divê hemû Êzidî xwedî li YBŞ û YPJ-Şengal derkevin."

...