Nasnameya 12 şervanan hat aşkerakirin

Nasnameyên 12 şervanên YPG û YPJ’ê yên 30’ê Nîsanê li gundên Til Cedayl û Til Feyda yên Til Temir di pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Nasnameyên 12 şervanên YPG û YPJ’ê yên 30’ê Nîsanê li gundên Til Cedayl û Til Feyda yên Til Temir di pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand û nasnameyên 12 pakrewanan aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Piştî şikandina çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Til Hemîs û Til Berak û derdora wê, 23’ê Sibata 2015’an êrîşek hovane birin ser çeperên hêzên me yên li Til Temir bi armanca telafîkirina binketina wan a li her du bajarokan. Bajaroka Til Temir gelek pêkhateyên weke Kurd, Asûr, Xiristiyan, Ermen tê de cih digirin û bi giyana biratiya gelan dijîn. Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa xwe de gundên ku pêkhateyên Asûrî tê de cih digirin hedef girtin û gelek ji pêkhateyê revandin.

Lê bi saya berxwedana ku hêzên me YPG/YPJ – Meclîsa Leşkerî ya Suryanî – Zêrevanên Xabûr dan nîşandan, komên çete derbeyên giran xwarin û bi dehan ji wan hatin kuştin. Lê komên çete bi anîna çekên giran û kesên biyanî êrîşa xwe heta vê gavê dewam dikin. Tirs xistina nava gel û şikandina îradeya yekîneyên me yên berxwedêr armanc digirin. Car din gelê me yê welatperwer û yekîneyên me bi moralekî pir mezin bersiva hemû êrîşan didin û serketinê esas digirin.

Me di daxuyaniya xwe ya 30’ê Avrêlê de dabû diyarkirin ku 12 rêhevalên me piştî berxwedanek bêhempa tevlî nava karwanên şehîdan bibûn. Em îro nasnameyên her 12 rêhevalên xwe ji raya giştî re aşkera dikin û dilsoziya xwe bi wan re nû dikin.

Di şexsê her 12 rêhevalên me de em tevahî şehîdên azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî giyana wan ditewînin. Dîsa em sersaxyê ji tevahî malbatên şehîdan dixwazin.”

Nasnameyên pakrewanan wiha ne:

Sedem Ebdullah ê bi nasnav Nûman Hesekê, li Hesekê ji dayik bûye

Rênas Hemîd ê bi nasnav Çekdar Rojava, li Hesekê ji dayik bûye

Orhan Mîo yê bi nasnav Dijwar Hesekê, li Hesekê ji dayik bûye

Îbrahîm Miradî yê bi nasnav Xeyrî Cûdî, li Xoy/Kotol ji dayik bûye

Adem Ozbek ê bi nasnav Tacdîn Sîtemkar li Riha/Pirsûs ji dayik bûye

Mehmet Polat ê bi nasnav Sîpan Zap, li Sêrtê ji dayik bûye

Kerîm Dayan ê bi nasnav Rizgar Kato, li Colemêrgê ji dayik bûye

Ahmet Coşkun ê bi nasnav Erdal Herekol, li Edene/Seyhan ji dayik bûye

Erbîl Kirmizigul ê bi nasnav Engîn Varto, li Mûş/Gimgim ji dayik bûye

Hatîce Can a bi nasnav Doza Jiyan, li Mêrdîn/Nisêbînê ji dayik bûye

Mazlûm Koç ê bi nasnav Dilgêş Zîlan, li Colemêrg/Çelê ji dayik bûye

Lalîhan Acer a bi nasnav Evînar Botan, li Şirnexê ji dayik bûye

...