Li Nisêbînê 3 kes hatin girtin
Pêla binçavkirin û girtinê ya beriya hilbijartinê dewam dike. Tevî Guneş Sûsan a 8 meh in ducanî ye 3 kesên li Nisêbînê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Pêla binçavkirin û girtinê ya beriya hilbijartinê dewam dike. Tevî Guneş Sûsan a 8 meh in ducanî ye 3 kesên li Nisêbînê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, 3 ji 5 kesên di 23'ê Nîsanê de hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan, duh li ser îtiraza dozgeriyê ji nû ve hatin binçavkirin.
Mehmet Alî Gokçe, Kamûran Sûsan û hevsera wî ya 8 meh in ducanî ye Guneş Sûsan bi îdîaya "endam ji rêxistinê re peyda kirine" sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Mêrdînê hatin girtin. Her sê welatî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin.