Hêzên demokrasiyê di bin êrîşa faşîst de ne - Cemîl Bayik
Gotinên Tayyîp Erdogan ên dibêje pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêka welatiyên me yên Kurd hene û bi vê yekê hebûna neteweyî û civakî ya Kurdan red dike polîtîkaya dewletê ye.
Gotinên Tayyîp Erdogan ên dibêje pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêka welatiyên me yên Kurd hene û bi vê yekê hebûna neteweyî û civakî ya Kurdan red dike polîtîkaya dewletê ye.
Gotinên Tayyîp Erdogan ên dibêje pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêka welatiyên me yên Kurd hene û bi vê yekê hebûna neteweyî û civakî ya Kurdan red dike polîtîkaya dewletê ye. Tayyîp Erdogan di çarçoveya hevkariya di sala 2007’an de ya bi burokrasiya leşkerî û sivîl re pêk anî de dibêje, “pirsgirêka Kurd ne ma ye”. Erdogan di çarçoveya hevkariya bi Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg re pêk anî, ya li ser bingehê naskirina hin mafên takekesî, lê mîna civak nedîtina Kurdan de axaftinê bi vî rengî dike.
Dewlet û hikûmet hê jî Kurdan mîna civak, mîna gel û mîna netewe nas nake. Ev tê wateya di bin sefsetaya mafên takekesî de domandina tevkujiya çandî. Heta Kurd mîna civak û gel neyên naskirin pirsgirêka Kurd çareser nabe. Li gor polîtîkayên dewlet û AKP’ê, bi navê qaşo mafên takekesî ev pirsgirêk dikare çareser bibe. Dibêjin wan ev yek pêk aniye û li ser vê yekê gotinên mîna pirsgirêka Kurd nemaye bikar tînin. Berê jî bi gotinên, “pirsgirêka Kurd tine ye” li dij Kurdan şer dabûn destpêkirin; niha bi gotina, “pirsgirêka Kurd ne maye” şerê li dij Kurdan wê bidomînin. Bersiva pirsa; çima Erdogan vê axaftina dike, bi vî rengî ye.
Heta niha evqasî zelal ne digotin pirsgirêka Kurd ne maye. Ji bo xapandina hin komên civakî di vê astê de înkarvaniya li ser Kurdan ne dimeşandin. Digotin, “Kurd birayê me ne” û bi vê yekê jî ne qala civakê qala takekesan dikirin.
Bi bilêvkirina Kurdan re polîtîkayên înkara Kurdan dimeşandin. Niha dîsa bi gotina, “Kurd” rê li ber meşandina înkarkirina Kurdan vedikin. Ji ber ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd êdî ji bo çareseriyê polîtîkayên ku diyalogê wergerînin muzakereyê raxistine ber çavan û kirine malê raya giştî. Erdogan beranberî vê polîtîkayê û daxuyaniya li Dolmabahçeyê ya li ser vê polîtîkayê pêk hat bi gotina, “heyeta çavdêran, muxetab û mase jî tine ne” diyar kir ku ew ê Kurdan mîna civak li ber çavan negirin û ti kesî ku Kurdên birêxistinkirî mîna îradeyeke siyasî nasnekin. Bi vê yekê re rûpoşa xwe daxistiye.
Hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, li bendê bûn ku demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were. Dîsa Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ev fedakarî kiribûn. Lê belê gotinên AKP’ê û Erdogan ên mîna; “Qalkirina pirsgirêka Kurd cudakarî ye, xiyanet e” careke din feraset, karakter û sekna xwe ya ne demokratîk raxistin ber çavan. Diyar e ev rewş tê wateya meşandina şer, li dij gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd.
Ev polîtîkaya AKP’ê ji înkarkirina pirsgirêka Kurd wêdetir wateyên xwe jî hene. Ne tenê li dij gelê Kurd, li dij tevahiya gelê Tirkiyeyê; li dij daneheva demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê şer daye destpêkirin. Mîna pêvajoya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê di nava planê ji holê rakirina hemû dînamîkên şoreşger de ye. Erdogan û AKP piştî hilbijartinê wê vî şerê ku bi vî hawayî dane destpêkirin berfirehtir û dijwartir bikin. Gotina pirsgirêka Kurd tine ye, mîna îlana şerekî li dij gelê Kurd e, her wiha polîtîkaya di bin deynê de hiştina HDP’ê û îlana şer a li dij daneheva demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye jî.
Ji ber ku dibîne ku HDP tê wateya projeya berbiçavbûna daneheva demokratîkbûnê ya dehên salan û xwe gihandina çeperên berbiçav a vê yekê ye. Di rewşa serketina HDP’ê de di serî de hêzên çep hemû hêzên demokrasiyê wê rabin ser piyan. Erdogan bi hêzên kûr re, di serî de Kurd ji bo hêzên demokrasiyê pêngavan neavêjin êrîş daye destpêkirin.
Divê t, kes gotinên Erdogan mîna propogandayeke hilbijartinê nebîne. Erdogan, yanî dewlet li dij gelê Kurd û hêzên demokrasiyê proje û plana şer a nû xistiye dewreyê. Ji ber vê yekê polîtîkaya ku Erdogan û dewlet vê demê dimeşînin gelekî xeter e. Teşhîrkirina vê rewşê gelekî girîng e. Eger ev polîtîka neyên asteng kirin, Tirkiye wê bi rewşa meşandina polîtîkayên faşîzma 12’ê Îlonê ya bi rêbazên cuda re rû bi rû bimîne.
Hikûmeta AKP’ê Pakêta Ewlekariya Hundir ji bo bêbandorkirina Tevgera Azadiya Kurd û hêzên şoreşger derxist. Divê mîna gavên ku beriya 12’ê Îlonê bi şêwazê îlankirina rewşa awarte ku bi kirinên mîna Tevkujiya Mereşê planên êrîşê yên li dij rêxistinên şoreşger ên ji bo lawazkirina wan xistin dewreyê divê were dîtin. Tişta ku mîna sîstema serokatiyê tê fikirîn jî ew e ku bi daxwaza erkên ji bo Kenen Evren hatibûn naskirin û ji bo ji holê rakirina dînamîk û saziyên şoreşger a ji holê bê hedefkirin. Ji xwe di vê sîstema serokatiyê mîna 12’ê Îlonê sîstema otorîter a şer li dij Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê bimeşînê bê dîtin. Erdogan dixwaze xwe mîna yekane erkdarê di asta yekemîn a vî şerî de derxe pêş. Bê guman ev êrîş wê bi hin derdorên ku di nava artêşê de bi wan re li hev kiriye û rêxistina polîs û îstîxbaratê re wê were meşandin.
Lihevkirina Erdogan a bi hêzên ku heta demeke nêz di nava nakokî û têkoşînê de bû re an lêgerîna wê ya lihevkirinê bi van hêzan re jî divê mîna lêgerîna tifaq û têkiliyên siyasî yên ji bo meşandina şer werin dîtin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka