Sê şitil li Enqere û Mersînê hatin bîranîn
Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera 43. a darvekirinê de li Enqere û Mersînê hatin bîranîn.
Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera 43. a darvekirinê de li Enqere û Mersînê hatin bîranîn.
Ji pêşengên Tevgera 68'an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera 43. a darvekirinê de li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de sendîka, rêxistinên sivîl ên wekî Kaldiraç, Halkevlerî, partiyên siyasî yên wekî HDP, EMEP, SDP, ODP, dayikên aştiyê, xwendekarên lîse û zanîngehê û gelek kesan cih girtin. Pankarta li ser wêneyên Gezmîş, Înan û Aslan û nivîsa "Bijî biratiya gelê Kurd û Tirkan" hate vekirin. Girseya ku li ber deriyê Goristana Karşiyakayê hatin cem hev li vir dirûşmên "Soza me ya ji bo Denîzan wê bibe şoreş", "Tirk û Kurd bira ne, Tirkiyeyeke serbixwe", "Bijî biratiya gelan" hatin berzkirin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Enqereyê Mahmût Memdûh Ûyan, Gulsen Ulker, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko û nûnerên saziyan jî beşdarî merasîmê bûn.
Li ber deriyê goristanê merasîm hate lidarxistin û li vir rêz hate girtin Lii ser navê saziyan Serokê Genel Îş’ê ya DÎSK’ê Remzî Çalişkan axivî. Çalişkan bi Denîzan re parêzerên wan Halît Çelenk jî bi bîr anî û bal kişand li ser têkoşîna pêşengên şoreşger. Çalişkan wiha got: "Rêheval Denîz dema ku gotina ‘bijî biratiya gelê Tirk û Kurd’ anî ziman wekî ku ev roj dîtibû." Çalişkan di axaftina xwe de bal kişand li ser pirsgirêka Kurd û anî ziman ku hê jî nirxên gelê kurd tune tên hesibandin û ev yek ji feraseta nijadperest diqewime. Çalişkan bi gotina "Divê em li dijî bêhêvîtî û reşbiniyê şer bikin, bêyî ku li benda berjewendiyeke bin rêhevalên me yên ku bedena xwe ji bo têkoşîna serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê feda kirine em mînak bigirin" bang li kesên beşdarî merasîmê bûne kir û got ku wê di dawiyê de sosyalîzmê bi ser keve û çîna karkeran bi daxwazên hemû gel ve kapîtalîzmê bixe gorê.
Ji hevalên Denîzan ên têkoşînê Mûstafa Yalçiner jî di merasîmê de axaftinek kir û got ku Denîzan agirê serxwebûnê pê xistine ji bo Tirkiyeyê jiyana xwe dane. Yalçiner wiha berdewam kir: "Denîz kesê ku gotiye bijî biratiya gelê Kurd û Tirk. Niha hin derdor Denîzan wekî neteweperest nîşan didin. Denîzan ti carî neteweperstî nekirine." Yalçiner bilêv kir ku Denîzan tenê têkoşîna sosyalîzmê dane û nirxandina “Xwedîlêderketina vê têkoşînê û di hilbijartinan de rawestandina AKP’ê divê bibe bersiva me” kir.
Piştre hemû beşdar çûn li ser gorên Denîz, Huseyîn û Yûsûf û qurnefîl danîn. Îsal jî wekî her salê cixareya ku Denîz gelekî jê hez dikir pêxistin û danîn ser gora wî.
LI MERSÎNÊ MERASÎMA BÎRANÎNÊ
Komeleya 68'an a Mersînê li Daristana 68'an a Mersînê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bîranîn. Rêveberên HDP'ê yên Mersînê, Namzetên HDP'ê yên Mersînê, rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî li ber Daristana 68'an hatin cem hev û rêzgirtin pêk anîn. Endamê Desteya Rêveber a Komeleya 68'an a Mersînê Hasan Kapikiran diyar kir ku tevgera 68'an weke hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî bandorekî gelek mezin pêk anî û wiha got: "Piştî darbeya faşîst a 1971'an 3 rêhevalên me di 6'ê gulanê de darve kirin û em jî 43 salan wan bibîrtînin û nêrînên wan ji nifşê bê re ragihînin." Kapikiran da zanîn ku şertên derbeyê îro jî berdewam dikin û wiha axivî: "Ruhê 68'an alîgirê karker û karmenda bû, li cem berxwedan Tevgera Kurd a Demorkatîk a li Kobanê û Şengalê bûn."
Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Mehmet Taşçi jî diyar kir ku Denîzan ji bo azadî û serxwebûna Tirkiyeyê derketin rê. Taşçi anî ziman ku Denîz û hevalên wî li dadgehekî weke şanon hatin darizandin û hatin qetilkirin.
Namzetê HDP'ê û Endamê Desteya Rêveber ê Komeleya 68'an Mahmût Karabûlût jî diyar kir ku hişmendiya 43 sal berê hêj jî berdewam dike û wiha got: "Eniya demokrasî û dîktator faşîzm her diçê zelal dibe. Di hilbijartinê de an em dê bi hev re demokatîkbûna Tirkiyeyê pêş bixin an jî em dê teslîmî dîktatoriyê bibin."