Li Wanê ciwanek hat girtin

Li Wanê ji 2 ciwanên ku di encama serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin Mazlum Abî (19) bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.

Li Wanê ji 2 ciwanên ku di encama serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin Mazlum Abî (19) bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.

Li Wanê duh polîsan bi ser malan de girtin û ciwanê 19 salî Mazlum Abî û N.A (17) binçav kirin. Hat ragihandin ku herdu ciwan bi îdiaya tevlî serhildana 6-8'ê Cotmehê bûne hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Piştî kar û barê li midûriyeta polîsan qediya herdu ciwan derxistin dozgeriyê. Dozgerî bi daxwaza girtinê herdu ciwan sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" biryara girtina Abî da û N.A jî bi şertê kontrola edlî serbest berda. Abî birin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.