Bi alîkariya gel pêşîgirtina li avakirinên qaçax

Şaredariya Surê ji bo pêşîgirtina li avakirinên bi rêyên qaçax û ne li rê, dest bi civînên bi gel re kir.

Komîsyona ku ji beşê avahîsaziyê û beşa têkliyên bi gel re yên şaredariya Surê pêk tê, ji bo xebatên astengkirin û pêşîgirtina li avakirinên qaçax dest bi civînên bi gel re kir. Civîna komîsyonê piştî Palûkê  (Çarikli ) li Taxa Kabê (Bagivar) jî civînek din hate lidarxistin.

Komîsyonê da xuyakirin ku ew dixwazin bi vê xebata xwe ya bi gel re pêşî li avakirinên ne li rê, bigirin ji bo bajarê xwe bi rêk û pêk ava bikin û rê nedin avakirinên ne li rê.

Ji bilî endamên komîsyonê gelek endamên meclîsa Şaredariya Surê û xelkên van taxan jî tevlî van civînan dibin û girîngiyê didin vê xebata hêja ya ku pêşî li avakirinên ne li rê digire.

Endamê meclîsa şaredariya Surê Îzzetin Candan, bi navê vê komîsyonê axaftinek kir û got ku em ê rê li pêşiya xerakirina bedewiya bajarê xwe bigirin û rê nedin avakirinên ku li derveyî plan û projeyên fermî werin avakirin.

Îzzetin Candan bang li xelkên beşdarî van civînan dibin kir û wiha berdewam kir: “Werin em destê xwe bidin hev û hevkariyê bikin da ku xwedî li bedewbûn û plansaziya bajarê xwe yê dîrokî yê qedîm derkevin.”

Her wiha endamê komîsyona avahîsaziyê û endamê meclîsa şaredariyê Dilfikar Doger  bi navê komîsyona avahîsaziyê axifî û wiha got: " Em ê rê nedin ku kesek avakirinên ne li rê ava bike, em ê hemû qadên xwe yên şînkahiyê, qadên çêrê, erdên xezîneyê û hemû deverên ku li derveyî plana avahîsaziyê ne biparêzin û rê nedin avahiyên qaçax. her wiha di vê mijarê de em li hêviya gelê xwe ne ku alîkarî û piştgiriyê bi me re bike.”

Ji aliyekî din ve endamê komîsyonê Kemal Guler, got ku ew di her mijarê de guh didin pêşniyar û daxwazên gelê xwe û wiha dewam kir: “Em vê yekê bi xweşbînî pêşwazî dikin. Hemû daxwaz û pêşniyarên gelê me ji bo me girîng in û em wekî şaredariya Surê hemû biryarên xwe bi şêwra bi gelê xwe re pêk tînin. Wekî hûn dizanin em hemû civînên meclîsa şaredariyê ji gel re vekirî pêk tînin û li wir li gelê xwe guhdarî dikin û di gelek mijaran em bi hev re digihên biryarekê. Ji bo karê vê komîsyonê jî em dixxwazin ji bo parastina pêşeroja zarokên xwe xwedî li bajarê xwe derkevin ku her dem bedew û mînak bimîne. Lewre jî em bang li gelê xwe dikin ku di vê mijarê de jî em bi hev re kar bikin.”

...