Dadgeriya Swêdê: Rîsk heye li Tirkiyeyê îşkence lê were kirin
Dadgeha Bilind a Swêdê, daxwaza desthilatdariya AKP'ê ya ji bo radestkirina penaberê Kurd Mehmet Tûrgay, bi sedema ku li Tirkiykeyê zext heye û dibe ku li îşkenceyê rast were, red kir.

Tûrgay piştî ku di 20'ê Kanûna 2013'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve bi rêya Înterpolê lê hat gerîn, hat binçavkirin û dûre hat girtin. Tûrgay ê di sala 2006'an de hat Swêdê û serlêdana penaberiyê kir, daxwaza wî ji aliyê Daîreya Koçberan ve di 30'ê Kanûna 2008'an de hatibû qebûlkirin.
Hikûmeta AKP'ê bi rêya Înterpolê serî li Swêdê da û xwestibû ku Tûrgay ê bi ragirtina çeka bê destûr li mala xwe dihat sûcdarkirin, radestî Tirkiyeyê bike. Tûrgay piştî ragirtina mehekê li girtîgehê serbest hatibû berdan û dosya wê ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin.
Dadgeha Bilind ragihand ku rîsk heye Tûrgay li Tirkiyeyê rastî îşkence û zextê were û hikum da ku radestkirina Tûrgay li dijî Peymanên Yekîtiya Ewropayê ye.
Dozgerê Komarê jî diyar kiribû ku radestkirina Tûrgay li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nayê û xwestibû daxwaza radestkirina wî bê redkirin.