Serdegirtinên malan ên li Qereyaziyê hatin şermezarkirin.

Li navçeya Qereyaziyê, serdegirtinên malan ên danê vê sibehê ji aliyê polîsan ve hat kirin, bi çalakiyê hatin şermezarkirin.

Di serdegirtinên malan ên danê sibehê li navçeya Erzîrom Qereyaziyê de, endama Meclîsa Şaredariyê Nûrhaya Ustundag û endamê berê yê MEYA-DER'ê Dogan Ozmen hatibûn binçavkirin. Piştî ku bûyer hat bihîstin, girseyeke qelebalix li ber Midûriyeta Emniyetê ya Qereyaziyê civiya û binçavkirin şermezar kir. Esnafan dikanên xwe girtin û destek dan çalakiyê.

Di dema dayîna daxuyaniyê de namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Erzîromê Seher Akçinar Bayar, Zahîr Ûzûn, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Yasemîn Îba, rêveberên HDP û DBP'ê yên Qereyaziyê, Hevserokên MEYA-DER'ê, Hevşaredar û endamên meclîsa Şaredariyê amade bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Zext nikarin bi me" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin qîrîn.

Sekna gel a li ber Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê dewam dike.