BI DÎMEN

Dîmenên gundên Til Eşra û Ezzam ên hatin azadkirin

Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di navbera Hesekê û Til Temirê de ne, dewam dike.

Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di navbera Hesekê û Til Temirê de ne, dewam dike. Gundên Til Eşra û Ezzam ên li rojhilatê Hesekê, ji hêza dagirker ku piraniya wê ji çeteyên biyanî pêk dihat, hatin paqijkirin.

Li gundên Til Eşra û Ezzamê, çeteyên DAIŞ'ê bi xendekên li binê erdê û mayînan hewl dan xwe ewle bikin. Ji gundên Til Eşra û Ezzam ên hatin azadkirin em çend dîmenan diweşînin. Maşîna zirxî ya şervanên YPG/YPJ'ê bi derfetên xwe çêkirine û navê Hirço lê kirine, di vê operasyonê de jî hat bikaranîn.