Li Şengalê 'Bexçeyê Rêbertî'
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê 'Bexçeyê Rêbertî' hat çêkirin. Bexçeyê ku ji aliyê HPG, YJA Star, YBŞ û civata Êzidî ya li Şengalê ve hat çêkirin, jiyaneke nû temsîl dike.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê 'Bexçeyê Rêbertî' hat çêkirin. Bexçeyê ku ji aliyê HPG, YJA Star, YBŞ û civata Êzidî ya li Şengalê ve hat çêkirin, jiyaneke nû temsîl dike.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê 'Bexçeyê Rêbertî' hat çêkirin. Bexçeyê ku ji aliyê HPG, YJA Star, YBŞ û civata Êzidî ya li Şengalê ve hat çêkirin, jiyaneke nû temsîl dike.
Piştî komkujiya li Şengalê jiyaneke nû gav bi gav tê avakirin. Bexçe ji aliyê gelê ku piştî komkujiyê jiyana xwe li çiyayê Şengalê dewam dike, gerîlayen HPG, YJA Star û şervanên YBŞ'ê ve hat çêkirin. Li Bexçeyê Rêbertiyê ku li qada Kersê hat çêkirin, bi qasî 200 şitil lê hat çandin. Li bexçeyê aht çêkirin, wêneyên gerîlayên HPG, YJA Star, şervanên YBŞ û YPJ Şengal ên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, cih digire.
Ji gerîlayên HPG'ê yên di çêkirina bexçe de cih girtin Sema Amed diyar kir ku li ser daxwazeke zêde ya gel, wan hemûyan bi hev re bexçeyê ku jiyana nû ya li Şengalê temsîl dike, çêkirine û got, "Ev bexçe li Şengalê jiyana nû ya ji felsefeya Rêbertiyê temsîl dike."
'EV ŞITIL JI BO PÊŞEROJÊ HATIN ÇANDIN'
Sema Amed da zanîn ku beriya 2 mehan wan dest bi çêkirina bexçe kirine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev qad li pêşiya bajarê Şengalê qadeke stratejîk e. Ji ber vê yekê me tercîh kir ku bexçe li vir çêbikin. Li pêşiya bajêr bexçeyekî ji wêneyên mezin ên Rêberê me heye. Di çêkirina vî bexçeyî de keda gelê me yê li Şegnalê jiyana xwe dewam dike heye. Her kes hat vê derê û ji bo pêşerojê şitlek çand."
'HÊVIYÊN NÛ YÊN BI DARÊN HATIN ÇANDIN RE DERKETIN HOLÊ'
Gerîlayê HPG'ê Ozgur Ronî yê ku ji destpêkê heta dawiyê di nava xebatên çêkirina bexçe de cih girt diyar kir, ku bexçe gelekî tiştî îfade dike. Ronî da xuyakirin ku di nava du mehan de wan bexçeyekî temsîliyeta jiyana nû dike çêkirine û got, "Ev jî tê vê wateyê: Gelê Şengalê û civata Êzidî êdî bi awayekî zelal nîşan daye ku wê bi çi rengî bijîn û li dora kîjan felsefeyê jiyana xwe bimeşînin."
Ronî da zanîn ku her şitla hatiye çandin wê mezin bibe û şopên komkujiyê ji vê xakê bibin û got, "Hem em weke hêzên leşkerî hem jî civata em ya Êzidî bi hêviyên mezin ev şitil çandin. Rojekê wê Rêberê me were vî bexçeyî û bi civata Êzidî re bicive."