Li Amedê tacîza li xwendekaran hat protestokirin

Jinên ciwan ên xwendekarên zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dema diçûn wargehên girêdayên KYK’ê, rastî tacîza fîzîkî û gotinan a kesekî hatin. Bi sedan xwendekarî tacîz bi meşekê protesto kirin.

Jinên ciwan ên xwendekarên zanîngeha Dîcleyê ya Amedê  dema diçûn wargehên girêdayên KYK’ê, rastî tacîza fîzîkî û gotinan a kesekî hatin.  Bi sedan xwendekarî tacîz bi meşekê protesto kirin.

Xwendekar Bahar Çîçek ku rastî tacîzê hat, got dema bûyer pêk hat, agahî dane polîsan û piştî saetan şûnde polîsên girêdayê TEM’ê û TOMA hatin û di nava wê pêvajoyê de ewlekarên zanîgehê jî gotine ew nekarin mudaxaleyên bûyerên derveyê wargehê bikin û mudaxale nekirine.

Li herêma ku wargeha KYK ya Zanîngeha Dîcleyê lê ye, dem bi dem bûyerên tacîzê lê tên jiyîn û yek nû lê zêde bû.  Xwendekarên jin ku ji dibistanê derketin û diçûn wargeha xwe, li cadeya Hayatî Avşar, rastî tacîza kesekî ku di wesayîta plakaya wê 75 AK 271 bû hatin. Xwendekarên ku tacîza fîzîkî û devkî ji polîsran re ragîhandin jî, nîv saet şûnde polîs hatin. 

Bahar Çîçek ya xwendekara pola 2. a konservatuarê bû, wiha got: “Nêzî 20 deqeyan kesê tacîzkar wesayîta xwe li wir da sekinandin û xwendekarên jin tacîz kir. Me agahî da ewlehiya zanîngehê û polîsan.  Lê ewlehiya zanîngehê got ew nekarin mudaxale bikin.  Tacîzkar nêzî 10 xwendekarî tacîz kir. Xwendekaran tacîzkar kevir kirin  û li ser vê ji wir reviyan.”

Çîçek got bûyerên vî rengî gelek caran hatiye jiyîn û da zanîn ku ne rêveberiya zanîngehê û ne jî rayedaran ti çareserî nedîtiye.

Piştî bûyer hat bihistin bi sedan xwendekar, li ber wargeha KYK’ê hatian cem hev û bêhestiyarbûna rayedaran protesto kirin. Xwendekar bi dirûşmeyan berbi rektoriyê meşiyan.  Polîsên li têketina zanîngehê sekinîbûn, pêşî li xwendekaran girtin û alozî derket. Di dema aloziyê de polîsên hêzên çewîk xwendekar derb kirin.

Piştî xwendekar nêzî 3-5 kîlometre rê meşiyan û heta  Qada Deriyê Çiyê meşiyan.  Welatiyên li ser rê jî piştigrî dan meşa wan.Piştî meşê li vir çalakî pêk anîn.  Li ser navê xwendekaran Neşe Aydemîr axivî û got: “Niha tişta li Îranê hatiye kirin, dixwazin li Dîcleyê jî bikin.  Em jin wê li dijî vê mafê xwe yê parastina cewherî bikin. Heta rayedar bi hestiyar tevnegerin emê têkoşîna xwe bidomînin.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel jî li ser bûyerê axivî û diyar kir ku li vê herêma ku mijara gotinê ye bûyerên bi vî rengî her tim tên jiyîn û got  divê rêveberiya zanîngehê tedbîran bigirin.”

Piştî daxuyaniyê xwendekar bi otubusan vegeriyan wargehê. Hat îdia kirin ku rayedarên emniyetê  kesên mijara gotinê ye girtine.