Li Amedê di operasyona 'YDG-H' de 11 kes hatin girtin
Li Amedê ji 12 kesên di çarçoveya lêpirsîna li hemberî endamên YDG-H de hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de bi îdîaya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) ne 12 kes hatin binçavkirin. 12 kesên di operasyona 8'ê Gulanê dehatin binçavkirin bi sûcdariya 'endametiya rêxistina terorê' radestî Dadgeya Ceza ya Sûlhê hat kirin û ji van 11 kes hatin girtin. Kesekî ku emrê wî kêmî 18 salî ye û navê wî nehat dayîn, hat berdan. Girtî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin bicihkirin.