Ciwanên Daquq xwedî li Ferînaz derketin - BI DÎMEN -

Li bajarokê Daquqê ya girêdayî Kerkuk Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyeke çapemeniyê têkildarî hewldana tecawizê ya li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî rejîma Îranê şermezar û lanet kirin

Li bajarokê Daquqê ya girêdayî Kerkuk Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyeke çapemeniyê têkildarî hewldana tecawizê ya li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî rejîma Îranê şermezar û lanet kirin û banga xwedîderketina li berxwedana gelê Mahabadê ya li hember rejîma Îranê hat kirin.

Li bajarokê Daquqê ya girêdayî Kerkuk ku bi piraniya Tirkmen û Kurd lê dijîn bi dehan ciwan kom bûn û bi daxuyaniyek çapemeniyê têkildarî jina Kurd Xosrawanî ya li Mahabadê otela lê kar dikir ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbatravanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt, rejîma Îran şermezar û lanet kirin.

‘DIVÊ SERHILDAN LI HER ÇAR PARÇEYAN BIDOMIN’

Di daxuyaniya ciwanên welatparêz de wiha hat gotin: “Wek ciwanên Daquq em di şexsê bûyera ku li Mahabadê qewimî rejîma Îran şermezar û lanet dikin. Ev bûyer wisa ji rêze nîn e û bi temamî bingeha xwe ji polîtîkayên rejîma Îran a li ser Kurdan digire. Em piştgiriya xwe didin serhildanên gelê Rojhilat. Pêwîst e nerazîbûn bi çalakiyên cur bi cur li her çar parçeyên Kurdistanê werin berdewam kirin. Ev bûyerên wisa ji rêzê nin in. Ev bûyer siyasî ne û armanc teslîmgirtina îradeya gelê Kurd e. Di heman demê de ev teslîmgirtina îrade û azadîxwaziya jin û ciwanên Kurd e. Em dîsa wek Komaleya Ciwanên Welatparêz rejîma Îran şermezar dikin.''

Piştî daxuyaniyê ciwanên dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bakur, Başûr, Rojhilat yek armanc û yek xebat” gotin.

EM Ê HERTIM NERAZÎBÛNÊN XWE NÎŞAN BIDIN

Piştî dirûşman ciwanê bi navê Kamuran Celal Mihyedîn wiha axivî: “Îro wek ciwanên qezaya Daquq em li vir li dijî rejîma Îran kom bûne. Rejîma Îran bi desthilatî û faşîstî nêzî gelê Kurd dibe. Em vê qebûl nakin û em ê her tim nerazîbûnên xwe bidin nîşandan.”

‘EM QETLÎAM LI HEMBER HEMÛ JIN Û CIWANAN HATIYE KIRIN’

Ciwanê bi navê Bestûn Serhed jî sersaxî ji malbata jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrewanî xwest û got: “Ev meriyeta rejîma Îran tenê li ser Ferînaz nehatiye kirin. Ev qetlîam li ser hemû jin û ciwanan hatiye kirin. Pêwîste hemû kes li hember rejîma Îranê bertek nîşan bide.”

‘EM PIŞTGIRIYA XWE NÎŞAN DIDIN’

Ciwanekî din ê bi navê Fehîm Evdile jî got; “Em destdirêjiya rejîma Îran a li ser xwişka Ferînaz Xosrewanî şermezar û lanet dikin. Em jî piştgiriya xwe didin gelê Rojhilat.”