Fermandara ARGK’ê Hozan Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) hat bîranîn. Xwişka Aydin Şukran Akiş, got: "Şehîd şehîda me hemûyan e. Ez li hember tevayî şehîdan bi rêz bejna xwe ditewînim. Em soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”
Pêkhateyên KJA yên Bedlîsê Fermandara ARGK’ê hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) a di sala 1992’yan de li Tatwanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn. Di merasîma bîranînê ya li buroya hilbijartinê ya jinan a Tetwanê ya HDP’ê, ligel malbata Gurbet Aydin, namzetên HDP’ê yên Bedlîsê, Mizgîn Irgat, Zeynel Omay, Hevşaredarên Norşîn, Xîzan û Mutkî, rêveberên HDP, DBP û MEYADER jî di nav de bi sedan welatî amade bûn. Li salona bîranînê ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gurbet Aydin, posterên 15 gerîlayên jin ên li herêma Xerzan jiyana xwe ji dest dan û kadroyên jin ên pêşeng ên PKK’ê hatin daliqandin. Li salona merasîmê her wiha pankarta, "Em şehîdên meha Gulanê bi rezdarî bibîr tînin" hat daliqandin.
Di merasîmê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat û jiyana Aydin hat vegotin. Xwişka Aydin Şukran Akiş di axaftina xwe de got, "Şehîd şehîda me hemûyan e. Ez li hember hemû şehîdan bejna xwe ditewînim. Em soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”
‘RÊYA MIZGÎN RÊYA ME YE‘
Hevseroka MEYADER Sadet Çaçan jî diyar kir ku Mizgîn berxwedaneke destanî nîşan daye û teslîm nebûye, ji bo gelê xwe çalakiyeke fedayî pêk aniye. Çaçan wiha dewam kir: "Rêya Mizgîn rêya me ye. Mizgîn, gula Xerzanê, sembola Kurdistanê ye. Pêşenga jinan bû. Em ê bi ruhê Şehîd Mizgîn têkoşîna azadiya jinan bidomînin.”
Piştî bîranîna li vir girse çû Goristana Karşiyaka gora Aydin ziyaret kir. Jinan qerenfîl danîn ser gora Hozan Mizgîn.
LI WANÊ BÎRANÎN
Li Wanê, hunermendên NÇM, Komeleya Hunermendan a Demokratîk û Akademiya Çandê ya Nûda, Hozan Mizgîn li Parka Hunerê bibîr anîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê hunermendan xebatkara Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Xezal Sari axivî û diyar kir ku di şert û mercên herî zehmet ên têkoşînê de Hozan Mizgîn bi nasnameya xwe ya hunermendiyê xwedî li berpirsyariyên xwe derketiye û weke jineke azad hay ji berpirsyariyên xwe heye bûye mînakek ji tevahiya civakê re. Sari da xyakirin ku Mizgîn ji bo jin û gelê Kurd hêviya azadiyê ye û got, "Şehîd Mizgîn wê bi kesayetiya xwe ya şoreşger û sekna xwe re çavkaniya me ya îlhamê be."
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Mizgîn strana Hozan Serhat a 'Mizgîna Leheng' ji aliyê xebatkarê NÇM'ê Fîkret Babat ve hat xwendin.
DOGAN LI SER GORA XWE HAT BÎRANÎN
Gerîlayê PKK'ê Fahrettîn Dogan ê di sala 1997'an de li navçeya Amed Yenîşehîrê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bîranîn. Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a 78 salî ku ev 30 sal in têdikoş e, biryar da ku bîranîna 2 kurên xwe yên PKK'yî Mehmet Alî Dogan û Abdulkadîr Dogan ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê hînê cenazeyên wan nehatine dîtin, di heman rojê de lidar bixe. Di bîranînê de tevî malbata Dogan, Meclîsa taxa Korxetê û nûnerên saziyan amade bûn.
Di merasîma bîranînê ya li ser gora gerîlayê PKK'ê Fahrettîn Dogan de ji bo 2 birayên wî yên cenazeyên wan hînê nehatine dîtin 2 qurnefîl li ser gorê hat danîn. Dayika Dogan diyar kri ku kurê wê di 10'ê Gulanê Roja Dayikan de jiyana xwe ji dest daye û got, "Ji bo min ev roj rojeke reş e. Ez ê vê rojê ti carî ji bîr nekim. Yên ev êş bi min dane kişandin, wan hewaleyî Xwedayê xwe dikim."
Dayika Dogan got ku bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re wê aştî were û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê dewam bikin.