YPG’ê nasnameya 7 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Alya û Til Boxa yên Serêkaniyê û gundê Eşra yê Hesekê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Alya û Til Boxa yên Serêkaniyê û gundê Eşra yê Hesekê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Alya û Til Boxa yên Serêkaniyê û gundê Eşra yê Hesekê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin nasnameya 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Alya û Til Boxa yên Serêkaniyê û gundê Eşra yê Hesekê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Berxwedana dîrokê ya bi rûmet ku yekîneyên me rojane li dijî çeteyan didin û dîroka berxwedanê xêz dikin bê navber dom dike. Yekîneyên me bi vîn û îradeya xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê cîhan hejandin û temenê wan kurt kirin. Şervanên rojane û her saetekê li dijî çeteyan berxwedaneke bi rûmet nîşan didin û bi saya xwîna şehîdên me, gelê me karîbû bi aramî li ser xaka xwe bijî. Berxwedana hate dayîn xelekeke nû ya ji bo mirovahiyê ye. Bi vê berxwedanê bi hezaran kes ketin nava berxwedanê û tevlî şerê li dijî dijminên mirovahiyê bûn.
Di berxwedana bêhempa ku şervanên me li Serêkaniyê û Til Temir destnîşan dikin, fermandara Akif Gever yê fermandariya şerê herêmê dikir jî di nava de 7 şervanên me bi qehremanî di meydanên şer de şehîd bûn.
Rêhevalê me Akif yek ji endamên girîng di şoreşa Rojava de bûn, di berxwedana 2013’an a Serêkaniyê û berxwedana Til Berek û Til Hemîs de roleke wî ya pêşeng hebû. Di qadên şer de bê ku gavan paş de bavêje şer kir û tirs xist dilê çeteyan.
Bi saya berxwedana Şehîd Akif me karîbû bigihêjin roja îro. Rêhevalê me Akif sembola biratiya gel û berxwedanê bû. Ji destpêka şoreşa Rojava cihê xwe di nava hêzên YPG’ê de girt û li gelek qadan fermandarî kir û heta nefesa xwe ya dawî di nava hêzên me de fermandarî kir. Şehadeta kesayetek wekî Heval Akif û berxwedêrên din girêdana me ya bi azadiyê xurtir kir. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser xeta wî bimeşin.
Em wekî hêzên YPG û YPJ’ê sersaxiyê ji malbatên Şehîdan re dixwazin û bi taybet şehîdên me yên di berxwedana Srêkaniyê, Til Temir, Hesekê û Kobanê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Em soz didin Şehîd Akif ku hevalên wî ku em ê heta serketinê em ê şer bikin û em ê tola wan hilînin.ˮ
Nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Fehmî Polat ê bi nasnav Akif Ziyûkan, li Geverê ji dayik bûye, 9’ê Gulana 2015’an li gundê Aliya yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Ercan Akgunduz ê bi nasnav Têkoşer Întîkam li Sêrtê ji dayik bûye, sala 2012’an tevlî bûye, 8’ê Gulana 2015’an li gundê Eşra yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Hesen Cûdî yê bi nasnav Cûdî Dilsar sala 2014’an tevlî bûye, 8’ê Gulana 2015’an li gundê Aliya yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Cengîz Feşken ê bi nasnav Cûdî Gabar li Hezexê ji dayik bûye, sala 2012’an tevlî bûye, 8’ê Gulana 2015’an li gundê Aliya yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Taner Kesercî yê bi nasnav Mervan Pîro li Bedlîsê ji dayik bûye, sala 2014’an beşdar bûye, 8’ê Gulana 2015’an li gundê Eşra yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Ehmed Seyîd ê bi nasnav Hogir Serêkaniyê li Serêkaniyê ji dayik bûye sala 2012’an tevlî bûye, 9’ê Gulana 2015’an li Til Boxa ya Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Sînan Erselan ê bi nasnav Serhed Bargerî li navçeya Bêgir a Wanê ji dayik bûye, 8’ê Gulana 2015’an li gundê Til Mecdel ê Hesekê jiyana xwe ji dest da.