NCDK’ê li Saarbrucken meclîsa xwe ya nû hilbijart
NCDK li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê duyemîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hat xwestin ku ji bo HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bendê derbas bike, divê her kes xebatê bimeşîne.
NCDK li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê duyemîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hat xwestin ku ji bo HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bendê derbas bike, divê her kes xebatê bimeşîne.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya eyaleta Saarland a Elmanyayê duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û ji sedî zêdetir delege beşdar bûn.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş beşdarî kongreyê bû û diyar kir ku kongre di meheke pîroz de pêk tê û got: “Kongre ji bo me Kurdan mehek pîroze. Me gelek şehîd di vê mehê de oxir kirin. Di heman demê de ji bo şoreşgerên Kurd jî girîngin. Denîz, Mahîr, Kaypakkaya di vê mehê de gihiştin şehadetê.
'HDP WÊ RÊ BIDE PÊŞEROJÊ’
Aktaş bal kişand ser hilbijartinan û da zanîn ku derbaskirina bendê ya HDP’ê wê rê li ber pêşeroja Tirkiyeyê vebike û got ku di vê mijarê de peywir dikeve milê ser her kesî.
Di kongreyê de meclîseke ji 45 kesî pêk tê hat avakirin.