Li Silêmaniyê ji bo Ferînaz çalakî
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, bi armanca xwedîderkitina li Ferînaz Xosrawanî û piştgiriya ji serhildana Mahabadê re çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, bi armanca xwedîderkitina li Ferînaz Xosrawanî û piştgiriya ji serhildana Mahabadê re çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, bi armanca xwedîderketina li Ferînaz Xosrawanî û piştgiriya ji serhildana Mahabadê re çalakiyek hat lidarxistin.
Bi armanca piştgiriya bi serhildana li bajarê Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê ji bo Ferînaz Xosrawanî destpê kir, li Silêmaniyê jî bi tevlîbûna saziyên civaka sîvîl, rêxistinên jinan û gelek nûnerên partiyan çalakiyek hat lidarxistin. Rêxistinên jinan pêşengî ji çalakiya li Parka Nalî saet 14.30’î pêk hat kirin. Jinan xwestin her çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Ferînaz Xosrawanî derkevin.
Endamên RJAK û KJAR’ê jî diyar kirin ku êrîşa li hember Ferînaz, çavkaniya xwe ji zîhniyeta serwer a zilam û polîtîkayên komkujî û şîdetê rejîma Îranê yên li hember jinan digire. Rêxistinên jinan rejîma Îranê şermezar kirin, di şexsê Ferînaz Xosrawanî de berxwedana tevayî jinan a li hember pergala serwer a zilam silav kirin.
Di çalakiyê de her wiha bang hat kirin ku pêwîst e çalakiyên ji bo Ferînaz di serî li Mahabadê li Rojhilatê Kurdistanê hatin li dar xistin li parçeyên din ên Kurdistanê jî bên destekkirin.