Li gundên Til Aşra û Til Mencel şer û pevçûnên dijwar

Li gundên Til Aşra û Til Mencel ên girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava di navbera hêzên YPG / YPJ û çeteyên DAIŞ’ê şer û pevçûnên dijwar dewam dikin.

Li gundên Til Aşra û Til Mencel ên girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava di navbera hêzên YPG / YPJ û çeteyên DAIŞ’ê şer û pevçûnên dijwar dewam dikin.

Operasyona ji bo bîranîna “Şehîdên Hesekê” yên hêzên YPG/YPJ’ê li gundên Til Aşra û Til Mencel ên girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin, didome. Di çarçoveya operasyonê, di navbera hêzên YPG / YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar didomin. Hat ragihandin ku di şer û pevçûnan de gelek çete hatine kuştin.