YPG: 5 gund hatin rizgarkirin

Li rojavayê kantona Cizîrê û rojhilatê kantona Kobanê, di encama operasyonên YPG/YPJ'ê yên ji bo tinekirina gefa çeteyên DAIŞ'ê de 5 gund û girek hatin rizgarkirin. Di van pevçûnan de yek jê serçete herî kêm 8 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser bîlançoya dawî ya pevçûnên li kantonên Cizîr û Kobanê de diyar kir ku bi armanca tinekirina gefa çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Kantona Cizîrê hêzên YPG/YPJ'ê derketine operasyonê.

LI ROJAVAYÊ HESEKÊ 3 GUND Û GIREK HAT RIZGARKIRIN

Hat ragihandin ku di vê operasyonê de gundên Mahmud Kurdî, Nusret, Ezam û girê gundê Mecdel ên 14 km li rojavayê Hesekê ne, ji çeteyan hatin paqijkirin. Her çen hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin jî 2 termên çeteyan ketin destê şervanên YPG'ê.

Li gorî daxuyaniyê, pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û komên çete de li gundên Aşra, Salihiyê û Mecdel ên li herême dewam dikin.

LI ROJHILATÊ KOBANÊ 2 GUND HATIN RIZGARKIRIN: YEK JÊ SERÇETE 6 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana Kobanê û hat destnîşankirin ku di roja 235. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ'ê li rojhilatê kantonê derketine operasyonê.

Navendê diyar kir ku di vê operasyonê de gundên Goktepe û Metîniye yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin hatine rizgarkirin. 

Li gorî daxuyaniyê, di operasyona li van her du de bi qasî hatiye zelalkirin 6 endamê çeteyan hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûne. Yek ji van çeteyên hatine kuştin, serok çetekî bi navê Ebû Xalid e. 

Navendê got, "Hêzên me li van qadan de dest danîn li ser 1 kleş, 2.000 fîşekên kleşê, 1 BKC, 1.500 fîşekên BKC, 1 kamereya termal, 1 rexta teqemeniyê, 1 rext, qutîka fîşeka doçka 12,5 mm û 3 guleyên roketavêja B7."