Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Li Colemêrgê nêzîkî 50 hezar welatî şervanên YPG’ê Mazlum Koç (Dilgeş Zîlan) û Kerîm Dayan (Rizgar Kato) ku li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Şehîd namirin” spartin axê

Li Colemêrgê nêzîkî 50 hezar welatî şervanên YPG’ê Mazlum Koç (Dilgeş Zîlan) û Kerîm Dayan (Rizgar Kato) ku li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Şehîd namirin” spartin axê. Her wiha cenazeyê şervana YPJ'ê Hatîce Can (Doza Jiyan) li Kerboranê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.

Li Colemêrgê bi pêşengiya MEYADER’ê şervanên YPG’ê Mazlum Koç (Dilgeş Zîlan) û Kerîm Dayan (Rizgar Kato) ku li Hesekê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê nêzî 50 hezar kesan ve hatin oxirkirin. Cenazeyê şervanên YPG’ê ji aliyê konvoyek ku bi sedan wesayîtan pêk dihat li Qada Azadiyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Konvoya ku di ser rêya gundan de diçû jî ji aliyê welatiyan bi tilîlî û nîşaneyên serketinê hat pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê şervanan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li wir jî ji hezaran welatiyan ve bi alên YPG, YPJ, KCK, PKK’ê û posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşwazîkirin. Piştî cenazeyê şervanan ji nexweşxaneyê derket bi hezaran kes li ber “Çerxa Şoreşê” deeyek rêz girtin. Esnafan ji bo beşdarî merasîma cenazeyê bibin derabayên dikanên xwe anîn xwarê.

JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ HER KES BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛN

Girseya ku her ku zêdetir bû cenazeyên şervanan ber bi Goristana Şehîdgehê ya li Serê Solan ve birin. Hejmara welatî li ber duryana Kantarê gihîşt nêzî 50 hezar kesan û di meşê de ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên şervanên YPG’ê Koç û Dayan jî hatin vekirin. Ligel welatiyan Namzetên HDP’ê yên Colemêrgê Nihat Akdogan û Abdullah Zeydan, hevşaredarên bajar û navçeyan, hevserokên DBP û HDP’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî beşdarî merasîma spartinê bûn. Dayikan di rê de cenaze bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedan Kobanê” û “Şehîd namirin” û bi kulîlkan pêşwazî kirin.

Welatiyan cenazeyê şervanên YPG’ê li nêzî goristanê ji wesayîtê derxistin û li ser milan birin Goristana Şehîdgehê. Di merasimê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştî vecibeyên olî şervanên YPG'ê Dayan û Koç bi dirûşman spartin axê.

'ÊRÎŞÊN AKP, DAIŞ Û ÎRANÊ BI HEV RE GIRÊDAYÎ NE'

Hevserokê DBP’ê Musa Çîftçî piştî spartinê axivî û êrîşa li hemberî jina Kurd a bi navê Ferînaz Xosrowanî (25) ya li Mahabadê Otela Tarayê rastî êrîşa zayendî ya endamê Îtlaatê hat û jiyana xwe ji dest da şermezar kir. Çîftçî destnîşan kir ku gelê kurd li pey paradîgmaya Ocalan têdikoşe û wiha got: “Kurdek ku heya li ser vê cîhanê bimîne wê ji bo ax û rûmeta xwe têbikoşe. Êrîşa hevalbendên AKP, çeteyên DAIŞ’ê û Îranê hemû bi hev re girêdayîne.”

Malbatên şervanan jî destnîşan kirin ku zarokên wan ji bo axa xwe têkoşiyan û di heman demê de şervanê tevahî gelê Kurdistanê ye. Welatî piştre çûn ser Mala Şînê ya li Taxa Medreseyê û gundê Nişê ku ji bo şervanan taziye hatiye danîn.

ŞERVANA YPJ'Ê CAN LI KERBORANÊ HAT DEFINKIRIN

Şervana YPJ'ê Hatîce Can (Doza Jiyan) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Kerborana Mêrdînê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin. Cenazeyê Can piştî ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiya Qoserê derbas kirin anîn nexweşxaneyeke taybet. Di seatên serê sibê de cenazeyê Can ji hêla hezaran welatiyan ve ber bi Kerboranê ve hat rêkirin. Namzetên HDP'ê yên Mêrdînê û bi hezaran welatî tevlî merasîma definkirinê bûn. Bi hezaran welatî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Doza Jiyan dijî, YPJ şer dike" û "Şehîd namirin" heta goristanê meşiyan. Parlamentera HDP'ê û namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim piştî merasîma definkirinê axivî. Yildirim diyar kir ku ew ê li pey têkoşîna ciwanên ji bo jiyanek azad jiyana xwe ji dest didin de bimeşin.

Piştî axaftina Yildirin xwişka Can li ser gorê helbest xwend. Welatiyan qurnefîl danîn ser gora Can û ji goristanê veqetiyan.