Li Amedê operasyona berfireh
Operasyona ku artêşa Tirk 7’ê Gulanê li bejahiya Farqînê da destpêkirin didome, bombardûman û keşf jî dewam dikin.
Operasyona ku artêşa Tirk 7’ê Gulanê li bejahiya Farqînê da destpêkirin didome, bombardûman û keşf jî dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku 8’ê Gulanê saet 16.30’î li gundê Omeryan ê girêdayî navçeya Beşîrî ya Kerkukê hêzên gerîla li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîne û çeteyek hatiye kuştin.
HPG’ê got ku li hember herêmên gerîla keşf didomin û ev agahî da, “8’ê Gulanê saet di navbera 20:30 - 21:00 û saet 22:30 - 23:00’an li ser qadên Tepê Şehîd Ronahî û Tepê Casûsan ên girêdayî Dola Kokê ya herêma Qendîl pêgerên hewayî yên bêmirov ên artêşa Îranê geriyane.
Di navbera 8’ê Gulanê saet 19:00 û 9’ê Gulanê saet 12:00’an de li herêma Zagros, 8-9’ê Gulanê saet ji 10:30 heta 12:00'an li ser qada Şukê ya li ser xeta qada Avaşîn, dîsa 8-9’ê Gulanê saet ji 09:00'an heta 09:30'î li qada Cûdî, 8’ê Gulanê saet di navbera 14:00 - 16:00 û 19:00 - 22:30’î de li xeta sînor a herêma Metîna, 9’ê Gulanê di navbera saet 07:00 - 12:00’an de li Çewlik û qadên derdora wê pêgerên hewayî yên bê mirov bi awayekî zêde keşf pêk anîne.
8’ê Gulanê saet di navbera 09:30 - 17:00’an de liqadên Ş. Mizgîn, Girê Şehîd Mahîr, Girê Şehîd Bawer, Çiyayê Mîşa, Şehîd Marya, Şehîd Kemal ên girêdayî Bedlîsê û qadên Zozanê Şikêrînê, Deşta Guzeldere yên girêdayî Tetwanê pêgerên hewayî yên bêmirov ên artêşa dagirker a T.C bi awayekî zêde geriyane.
Ji 7’ê Gulanê ve li ser qada Şehîd Baran a girêdayî Farqînê ya Amedê pêgerên hewayî yên bêmirov bi awayekî zêde digerin.
LI AMEDÊ OPERASYON
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Amedê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û ev agahî da:
“Artêşa dagirker a T.C. ji bo avakirina bendavên li Farqînê bidomîne tevgera leşkerî ya li herêmê zêde dike. Ji 7’ê Gulanê ve di navbera gundê Şifqatê û Farqînê artêşa T.C. a dagirker operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk li girên derdora Şifqatê bicih bûye. Dîsa artêşa Tirk li rêyên Boşatê, Ferhendê û Farqînê bi piştgiriya çeteyan bi awayekî zêde kemînan datîne. Bi kemîn û kontrolên rêyan operasyon didome.”
JI ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞA OBUS Û HEWANAN
HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li hemberî Hêrêmên Parastinê yên Medya bi obûs û hewanan êrîş pêk anîne û wiha hat gotin: “7’ê Gulanê saet di navbera 10:00 - 10:30 û 11:30 - 12:30’î de Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî qadên Şukê, Şehîd Gafur û Cîlo yên girêdayî Avaşîn bi hewan û obûsan bombardûman pêk aniye.”