Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyekê Îran ji ber bi tundî êrîşî çalakvanên Mahabadê kir, hişyar kir û diyar kir ku wê ev êrîş bê bersiv nemînin. KODAR’ê got: “Divê gelê me bizane xwîna Ferînaz li erdê namîne.”
KODAR’ê her wiha bang li hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin xwepêşandanên li bajarê Mahabadê.
KODAR got:
“Siyasetên komara Îslamî ya Îranê dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne ji bo wê jî serî li her rêbazî dide. Ji ber vê yekê hemû sînorên mirovî û hiqûqî binpê dike.
Saziyên ewlekariya rejîmê berpirsiyarê bûyera Ferînaz Xosrowanî ye. Dixwazin bi siyaseta qirkirin, bêîradekirin û tepeserkirina civakê hemû pîvanên derveyî exlaq û nemirovane rewa bikin.
'EM XWEDÎDERKETINA GEL SILAV DIKIN'
Di kesayeta Ferînaz de rûmet û nirxên gelê me rastî destdirêjî û êrîşê hatiye. Em hişyarî û xwedîderktina gel ji Ferînaz silav dikin. Xwepêşandanên Mahabadê nîşan da ku gelê me li hemberî pergala bêexlaq a komara Îslamî xwedî helwest e.
Rejîma Îranê bi pêşxistina proseya tinekirinê bi rêka siyaseta asîmîlasyon û binpêkirina pîvanên civakî gelê me dike hedef. Gelê Kurd bi ruhê şoreşgerî di her dem û cihekî de xwedî helwest e. Bûyera Şiwana Qadirî, darvekirina hevalên me di 9’ê Gulanê nîşan daye ku rejîma Îranê nikare îradeya gelê me bişkîne.
'DIVÊ HEMÛ KURDISTAN RABE SERHILDANÊ'
Helwesta gelê Mahabadê helwestek pîroz e. Divê hemû şoreşger, azadîxwaz û mirovên bi rûmet li hemû bajaran pişgiriya xwe ji gelê Mahabadê re nîşan bidin. Nabe ji saziyên desthilatdar re destûr bê dayîn ku siyasetên xwe yên hovane li Kurdistanê berdewam bikin. berdewamî û belavbûna nerazîbûnan nîşaneya zindîbûna hestên azadîxwaz ê gelê me ye.
ÎRAN HAT HIŞYARKIRIN
Em wek KODAR piştgiriya xwe ya ji bo xelkê Mahabadê radigîhinin. Ji hemû gelê xwe yê azadîxwaz jî daxwaz dikin ku li hemberî vê bûyerê xwedî helwest bin. Her wiha em Îranê jî hişyar dikin nêzîkatiyên ne rast ên rejîmê li hember gelê me bê bersiv namîne. Her wiha em diyar dikin ku siyaset bi şîdet a li hember gelê me lîstina bi agire.
Em di dawî de ji malbata Ferînaz, gelê Mahabadê re sersaxiyê dixwazin û ji gelê me re dibêjin ku xwîna Ferînazê li erdê namîne.”