Li derdora gundê Salihiyê şer û pevçûn dijwar bûn -BI DÎMEN-

Li Hesekê şer û pevçûnên li gundê Salihiyê û derdora wê dijwar bûne û 10 cenazeyên çeteyan ketiye destê şervanên YPG’ê. Li xeta Serêkaniyê jî li Girê Til Boxa, êrîşa dijwar a çeteyan hate şikandin û 47 cenaze ketin destê şervanên YPG’ê.

Li Hesekê şer û pevçûnên li gundê Salihiyê û derdora wê dijwar bûne û 10 cenazeyên çeteyan ketiye destê şervanên YPG’ê. Li xeta Serêkaniyê jî li Girê Til Boxa, êrîşa dijwar a çeteyan hate şikandin û 47 cenaze ketin destê şervanên YPG’ê.

Nûçegihanên ANHA ji herêmên şer ragihandin ku operasyona şervanên YPG û YPJ’ê li xeta Serêkaniyê û Hesekê dabûn destpêkirin didome û çeteyên DAIŞ’ê windahiyên mezin didin.

LI XETA SALIHIYÊ PEVÇÛN DIJWAR BÛNE

Li gorî agahiyan di van kêliyan de li gundê Salihiyê û derdora wê ya nêzîkî Hesekê, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Çeteyên DAIŞ’ê ji bo gundên YPG’ê rizgar kiribûn şûnde vegerînin êrîşên dijwar pêk tînin. Lê şervanên YPG’ê êrîşên çeteyan bi tundî dibersivînin. Di şer û pavçûnên dijwar de heta niha bi dehan çete hatin kuştin û 10 termên çeteyan ketine destê şervanên YPG’ê.

LI SERÊKANIYÊ 47 CENAZE DI DESTÊ YPG’Ê DE NE

Çeteyên DAIŞ’ê ji  bo ku Girê Til Boxa yê stratejîk ê 24 kîlometre li başûr-rojavayê Serêkaniyê dikeve bi dest bixin, şevê din êrîş pêk anîn û derdora gir bi temamî xistin çemberê.

Çeteyên ku ji şevê din ve êrîşî girê Til Boxa dikir rastî bersiva tund a şervanên YPG’ê hatin. Di encama şer û pevçûnên dijwar ê ku ji şevê din ve didomin, êrîşa çeteyan hate şikandin.

Şervanên YPG’ê piştî şikandina êrîşên çeteyan jî derbeyên giran li çeteyan xistin. Di pevçûnên li vê herêmê de bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyên 47 çeteyên DAIŞ’ê ketine bin kontrola şervanên YPG’ê.

Hate ragihandin ku vê gavê li herêma Til Boxa û derdora wê rewş aram e.