Li Sêrt û Wanê ji bo girtiyên nexweş azadî hat xwestin

Şaxên ÎHD’ê yên Wan û Sêrtê ji bo 282 jê giran bi giştî 721 girtiyên nexweş daxuyanî dan û banga hestiyariyê kirin. ÎHD’ê daxwaz kir ku divê demildest girtî bên berdan.

Şaxên ÎHD’ê yên Wan û Sêrtê ji bo 282 jê giran bi giştî 721 girtiyên nexweş daxuyanî dan û banga hestiyariyê kirin.  ÎHD’ê daxwaz kir ku divê demildest girtî bên berdan.

ÎHD’a Sêrtê ji bo girtiyên nexweş yên li ber sînorê mirinê ne daxuyaniyek da.  Endamên MYK ÎHD, dayikên aştiyê, namzetên HDP’ê, MAPER, û hevşaredarên BDP’î beşdar bûn.

EKÎN: EM Ê MIROVAHIYA XWE TESLÎMÊ XEWÊ NEKIN

Rêveberê ÎHD’ê Mîrza Ekîn got: “Heta ku ev pergala mirinê dest ji girtiyan bernede emê li kolanan bin. Emê di ti şert û mercî de girtiyan jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Em bang li partiyên siyasî yên xwe amede dikin biçin parlamentoyê dikin; Rewşa girtiyên nexweş di rojeva xwe de bihêlin.”
Ekîn got li girtîgehan 282 jê giran, bi giştî 721 girtiyên nexweş, dixwazin jiyana wan ya maye ligel hezkiriyên xwe derbas bikin.

WAN

Li Wanê jî ÎHD’ê bi heman armancê li ber avahiya şaxê daxuyaniyek da û heta ber Parqa Feqiyê Teyran meşiyan. Gelek kes beşdarî meşê bûn.  Serokê ÎHD’a Wanê Murat Melet axivî û got tahliyekirina Aysel Dogan erêniye, lê hîna bi sedan nexweşên li bende tahliyekirinê ne hene. Melet got divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.

...