Şervanên YPG’ê Ozbek û Kirmizigul bi girseyî hatin defnkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Adem Ozbek (Tajdîn Sîtemkar) li Pirsûs a Riha, cenazeyê şervanê YPG'ê Erbîl Kirmizigul (Engîn Varto) li Gimgim a Wanê ji aliyê hezaran ve hatin defnkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Adem Ozbek (Tajdîn Sîtemkar) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji hêla deh hezaran welatiyan ve li Pirsûsê hat definkirin. Bav û dayika Ozbek hine li destên zarokên xwe kirin. Her wiha cenazeyê şervanê YPG'ê Erbîl Kirmizigul (Engîn Varto) ji hêla 15 hezar welatiyan ve li Gimgimê hat definkirin.

Şervanê YPG'ê Adem Ozbek (Tajdîn Sîtemkar) roja 30'ê Nîsanê di şerê Tiltemirê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozbek piştî ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê ya Qosera Mêrdînê anîn Amedê û ji wir jî bi karwanekî ber bi Pirsûsê ve derket rê. Cenazeyê Ozbek di ketina Taxa Elîgorê ji hêla deh hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê Ozbek li ser milan kirin û heta derketina navçeyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî PKK", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanê YPG'ê Ozbek, alên PKK, KCK, YPG/YPJ'ê Cenazeyê Ozbek ji bo definkirinê ber bi Taxa Zoncikê ve bi rê kirin. Cenazeyê Ozbek li goristana taxê ji hêla deh hezaran welatiyan ve hat definkirin.

Piştî merasîma definkirinê nûnerê MEYADER'ê Şukru Bînîcî axivî. Bînîcî sersaxî di serî de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbat û hemû gelê Kurd xwest. Hevserokê DBP'ê yê Pirsûsê Mehmet Koştî jî got ku divê neyarên Kurdan baş zanibin ku wê gelê Kurd di vê têkoşînê de bi ser bikeve û wiha axivî: "Divê neyarên Kurdan baş zanibin ku em çiqasî di aştiyê de israr dikin em ewqasî jî dikarin li hemberî neyarên êrîşî nirxên me dikin şer bikin." Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî anî ziman ku ew bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin û wiha pê de çû: "Em deyndarê van têkoşeran e. Berpirsyarên van şehadetan Erdogan û Davutoglu ne."

Piştî axaftinan welatî çûn sersaxiya malbata Ozbek. Dayik û bavê Ozbek hine li destên zarokên xwe kirin.

CENAZEYÊ KIRMIZIGUL LI GIMGIMÊ HAT DEFINKIRIN

Şervanê YPG'ê Erbîl Kirmizigul (Engîn Varto) roja 30'ê Nîsanê di şerê Tiltemirê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kirmizigul ji hêla hezaran welatiyan ve li ser rêya Çewlîk û Mûşê hat pêşwazîkirin û ji bo definkirinê ber bi gundê Goşkarê yê Gimgima Mûşê ve bi rê ketin. 15 hezar welatiyan cenazeyê Kirmizigul birin gundê Goşkarê û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ/HPG”, “Bijî berxwedana Kobanê” birin Malacemê.

Li ber Malacemê namzetê HDP'ê yê Mûşê Mansur Işik axivî. Işik diyar kir ku Engîn peywireke mezin li ser milê wan hiştiye û wiha got: "Em li vir dibêjin; Ey şehîd te rêya rûmetê û jiyaneke azad nîşanî me da. Em jî soz didin ku Kurdistanê azad bikin." Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî axivî û got ku ew ê xwedî li têkoşîna cangoriyan derkevin û wiha pê de çû: "Em ê xwedî li vê têkoşînê derkeviin. Bila tu kes li ser kurdan hesaban nekin em ê hesabê we di qirika we de bihêlin."

'KURÊ MIN ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE'

Bavê Kirmizigul Suleyman Kirmizigul anî ziman ku gerîla ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin û wiha got: "Gerîla kesên bi rûmet û bişeref in. Ew şehîdên Kurdistanê ne. Divê em jî yekîtiya xwe ava bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Kirmizigul ji bo definkirinên birin goristana gund û li wir definkirin. Welatiyan qurnefîl danîn ser gora Kirmizigul û ji bo sersaxiyê çûn konê sersaxiyê.