Cenazeyên 7 şervanên YPG/YPJ’yî ber bi Amedê ve hat rêkirin

Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê yê Qoserê hatin wergirtin û ber bi Amedê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê yê Qoserê hatin wergirtin û ber bi Amedê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Adem Ozbek (Tajdîn Sîtemkar), Kerîm Dayan (Rizgar Kato), Ahmet Coşkun (Erdal Herekol), Erbîl Kirmizigul (Engîn Varto), Mazlum Koç (Dilgeş Zîlan) û şervanên YPJ'ê Lalîhan Acer (Evîndar Botan) û Hatîce Can (Doza Jiyan) ên li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Deriyê Sînor ê Şenyurtê ji aliyê malbatan ve teslîm hatin wergirtin. Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê û navçeyan, MEYADER, Dayîkên Aştiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê, hevşaredarên navçeyan û bi hezaran welatî li deriyê sinor bi malbatan re di wergirtina cenazeyan de amadebûn.

Di dema cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê hatin wergirtin girseyê alên PKK, YPJ û YPJ'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Piştî cenaze hatin wergirtin bi konvoyekî qelebalix ber bi Amedê ve hatin oxirkirin. Konvoya cenazeyan li Qoserê ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin û dema konvoya cenazeyan derbas bû demên hestiyar hatin jiyîn.

Bi hezaran welatiyên li ser riyan sekînî qurnefîl û gul avêtin ser wesayîtên cenazeyan. Cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li taxa Îstasyonê ya Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" pêşwazîkirin û heya derketina Mêrdînê bi konvoyê re meşiyan.