TUYAD-DER a Wanê derbasî sîstema hevserokatiyê bû

Di 9. Kongreya Asayî ya TUYAD-DER a Wanê de Îsmaîl Kara û Sultan Uruk wek hevserok hatin hilbijartin.

Di 9. Kongreya Asayî ya TUYAD-DER a Wanê de Îsmaîl Kara û Sultan Uruk wek hevserok hatin hilbijartin.

Kongre li Salona Dawetê ya Beyaz Saray hat lidarxistin. Namzeta HDP’ê yê Wanê Zozan Yelîz Yildirim, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî, nûnerên sazî û rêxistinên civaka sîvîl, Serokê Giştî yê TUHAD-FED Mehmet Temîzyuz, xizmên girtiyan û gel tevlî kongre bûn. Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane û ala PKK’ê hatin daliqandin.

Piştî axaftinên di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijart pêk hat. Ji bo hevserokatiya TUYAD-DER a Wanê Îsmaîl Kara û Sultan Uruk hatin hilbijartin.

...