Şervana YPJ’ê Acar spartin axê
Şervana YPJ'ê Lalîhan Acar (Evîndar Botan) a di encama pevçûnên çeteyên DAIŞ'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesî ve li gundê Germavê (Ilicak) a navçeya Elkê bi tilîlîyan spartin axê.
Şervana YPJ'ê Lalîhan Acar (Evîndar Botan) a di encama pevçûnên çeteyên DAIŞ'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesî ve li gundê Germavê (Ilicak) a navçeya Elkê bi tilîlîyan spartin axê.
Şervana YPJ'ê Lalîhan Acar (Evîndar Botan) a di encama pevçûnên çeteyên DAIŞ'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesî ve li gundê Germavê (Ilicak) a navçeya Elkê bi tilîlîyan spartin axê.
Şervana YPJ'ê Lalîhan Acar (Evîndar Botan) a di encama pevçûnên çeteyên DAIŞ'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest da ji aliyê Parlamenterê HDP'ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz Rêxistinên DBP'ê û HDP'ê ya Şirnexê û navçeyên wî, her wiha gelek saziyên sivîl û bi hezaran kes ve bi konvoya ji sedan wesatiyan pêk dihat bi tîlîlîyan û gulan hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Lalîhan Acar di nava çiyayên Katoyê de birin gundê Germavê. Nêzî gundê Germavê jinan cenazeya Lalîhan Acar dan ser milan xwe û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şervanê YPJ'ê Lalîhan Acar û alên PKK,KCK û YPG meşek girseyî li dar xistin û heya ber avahiya malbata Lalîhan Acar meşiyan. Li vê derê merasîma cenazeyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî û got ku Evîndar navê xwezayî li xwe kir û berê xwe da Rojava. Yîgît diyar kir ku Evîndar azadiya jinê li azadiya Rojava de dît û wiha berdewam kir: "Azadiya Rojava ne bes e azadiya Kurdistanê ye. Azadiya Rojava azadiya hemû gelên li Rojhilata Navîn de ye. Evîndar li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên zalim heya dawiya xwîna xwe li ber xwe da. Kesên ku bi Îslamê behsa navê xwe dikin hovîtiyan pêk tînin. Lê Evîndaran rastiya Îslamê ji parastiye."
Parlamenterê HDP'ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz ji axivî û got ku parastina jiyaneke azad her tim bi berdêlên giran bi xwe re tîne û Evîndaran jî bi berdêlên giran li Rojava serketin pêk anîn. Sariyildiz anî ziman ku bi salan e li ser axa Kurdistanê dagirkeriyek pêk tê û ev tişt got: "Êdî ti zarokên Kurdan wê jiyana mirî qebûl neke. Ji ber jiyana nû berê xwe didin çiyayên azadiyê. Bi şehîdbûna xwe ji hezaran mirov hîşyar dikin û ruhekî nû li Kurdistanê ava dikin. Bi vî ruhî gav bi gav em ber bi azadiyê ve dimeşîn."
Sariyildiz bal kîşand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û wiha got: "HDP amadekariya jiyanek azad dike. Wê starta jiyana azad bi serketina hilbijartinê bidin. Serokkomar Erdogan û Hikûmeta AKP'ê ya jiyana van nava diziyê de derbas bûyî bi Qurana pîroz bajar bajar siyaseta qirej dike. Lê rûyê van ê qirêj ji Kobanê dizanîn. Ji ber ku heval bendên çeteyên DAIŞ'ê ne. Gelê Kurd wê di 7'ê Hezîranê de AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê di dîrokê de bihêle."
Bavê şervanê YPJ'ê Acar, Abdulcelîl Acar jî spasiyên xwe pêşkeşî girseyê kir û got ku Lalîhan şehîda Kurdistanê ye serê gelê Kurd sax be. Piştî axaftinan cenazeyê Acar dîsa ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û meşê birin goristana gund û spartin axê.