Li 4 navendên Başûrê Kurdistanê ji bo jina Kurd Ferînaz Xosrawanî ya li Mahabadê li Otela lê kar dikir ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbaratvanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt û xwedîderketina berxwedana gelê Mahabadê ya li hember rejîma Îrane gel li ser piyan bû.
Li 4 navendên Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Kelar, Dihok û Seyîd Sadiq ji bo jina Kurd Ferînaz Xosrawanî ya li Mahabadê li Otela lê kar dikir ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbatravanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt û xwedîderketina berxwedana gelê Mahabadê ya li hember rejîma Îrane gel li ser piyan bû.
HEWLÊR
Çalakiya li bajarê Hewlêrê îro li ber deriyê Parka Şaneder bi pêşengiya gelek rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin. Xwepêşandanan piştgiriya xwe ya ji bo gelê Mahabadê nîşan dan. Di çalakiyê de her wiha ji ber îro 9’ê Gulanê jî bû, 4 şoreşgerên ku di vê rojê de ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, hatin bîranîn.
DIHOK
Di çalakiya li bajarê Dihokê jî hêjmarek ji çalakvan, rojnamevan û kesayetên parêzgehê li ber Parka Azadî hatin gel hev û piştigiriya xwe ji xelkê Mahabad û Rojhilatê Kurdistanê re ragihand. Çalakvanan daxwaz ji aliyên siyasî û partiyên Kurdî kirin ku destek bidin serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet Mahabadê.
KELAR
Îro ber bi êvarê bi pêşengiya rêxistinên sivîl, partî û aliyên siyasî li bajarê Kelar a ser bi Germiyanê jî çalakiyek ji bo piştgiriya bi serhildana xelkê Mihabadê re hat lidarxistin. Xwepêşandanan rejîma Îranê şermezar kirin û diyarkirin ku bûyera Ferînaz bûyera yekê nîne ya Îran li hemberî Kurdan dike.
Çalakvanên Kelar helwesta Ferînaz Xosrewanî wek destpêkirina şoreşa azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi nav kirin. Her wiha têkoşerên 9’ê Gulanê, Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.
SEYÎD SADIQ
Di çalakiya îro ya Seyîd Sadiq ku qezayeke ser bi parêzgeha Silêmanî ye, bûyera li Mahabadê wek bûyerek dij mirovî ya rejîma Îranê hat binavkirin. Çalakvanan her wiha êrîşa rejîmê ya ser Kurdan jî bi tundî şermezar kirin.