YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê ku hîn didomin de 80 çete hatine kuştin û 6 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê ku hîn didomin de 80 çete hatine kuştin û 6 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê ku hîn didomin de 80 çete hatine kuştin û 6 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li kantonên Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Tehdîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorên Kantona Cizîrê û operasyona hêzên me ya li hember vê tehdîde dimeşinîn, berdewam dike.
Komên çeteyan duh êvarê êrîş birin ser gundê Nusret ê nêzikî Hesekê û roja derbasbûyî ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin. Piştî pevçunên dijwar ên sing bi sing, êrîşa çeteyan hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên di van pevçûnan de nehat zelalkirin lê hêzên me li vir dest danîn ser 6 termên çeteyan. Rêhevalekî me ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê.
Pevçûnên duh sihare li gundên Aşra û Mecdel ên ku li heman herême ne destpê kirin heta derengiya şevê berdewam kirin. Çeteyan çend caran hêzên teqwiye yên ku zedetirî van ji biyaniyan pêk dihat şandin vê herême. Di van pevçûnên pir dijwar de ku sing bi sing pêk hatin, hêzen me derbên giran li çeteyan xistin. Qasî hat zelalkirin li gundê Aşra 22, li gundê Mecdel jî 10 çete hatin kuştin. 2 rêhevalê me yên di van pevçûnan de bi moral û werekiyekî mezin şer dikirin gihiştin şehadete.
Hêzên me di seatên şevê de bi armanca standina gundê Mecdel êrîşêk li dar xistin. Di encam de hêzên me ev gund ji çeteyan paqijkirin. Di vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 6 çete hatin kuştin. Hêzên me dest danîn li ser 2 BKC, 2 B7 roketavêj, 3 kleş û gelek cebilxaneya van çekan. Rêhevalekî me ku di rizgarkirina gund de rolek giring lîst û bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadetê.
Komên çeteyan şevê din êrîş birin ser gundên Qeşqa û Hêla yên ku 6’ê Gulanê ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin. Di vê qadê de heta siharê pevçûnên dijwar rû dane. Hêzên me li vir 2 maşîneyên teqemenî di nava çeteyan de teqandin. Rixme ku êrîşê çeteyan pir bi israr jî bû, hêzên me berxwedanek pirr mezin nîşan dan û hemû êrîşên çeteyan şikandin. Di van pevçûnên dijwar de 2 rêhevalê me yên ku bi lehengî şer kirin gihiştin şehadetê.
Komên çeteyan şevê din li hember girê stratejîk a Til Boxa û gundê Firêsa yên ku dikevin 24 km başûrrojavayê Serêkaniyê êrîşek li dar xistin. Pevçûnên di navbera hêzên me û komên çeteyên ku dixwastin girê Til Boxa dorpeç bikin de heta siharê berdewam kir. Piştî pevçûnan hêzên me dorpeça li derdora gir şikandin û derbên giran li çeteyan xistin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 17 çete hatin kuştin. Pevçûnên li gundê Frêsa hîn jî berdewam dikin.
Hêzên me şevê din li gundê Xîzêla ya ku dikeve başûre Til Hemis, li hember komên çeteyan êrîşek li dar xistin. Di vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.ˮ
BERXWEDANA KOBANÊ
Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin roja 236’emîn de berdewam dike.
Hêzên me şevê din li rojhilate Kobanê operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de, gundê Metîniye duyemîn ji aliye hêzên me ve hat rizgarkirin. Hêzên me di vê pevçûnê de 2 maşîneyên bombebarkirî yên çeteyan jî di nava çeteyan de teqandin. Qasî hat zelalkirin li vê qadê 10 çete hatin kuştin. Hêzên me li vir tevî 5 termên çeteyan dest danîn li ser 4 kleş û 800 fîşeke kleşan, 1 roketavêja B7, 1 BKC, 1 Bruno, maşîneyek leşkerî û hejmarek zêde amûrên leşkerî.
Şevê din komên çeteyan li başûr û başûrrojhilate Kobanê du êrîşên cuda li dar xistin. Êrîşên li hember gundê Ernê yê başûrê Kobanê, piştî pevçûnên dijwar û direj hat şikandin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 7 çete hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 5 kleş, 1 BKC, 1 bêtel û hejmarek zêde amûrên leşkerî ya çeteyan.
Komên çeteyan derdora seat 03.00’an de li hember gundê Qilhaydê ya başûrrojhilate Kobanê jî êrîşek li dar xistin. Komên çeteyan li vê herême ketin 2 girê biçûk, lê piştî destwerdanê hêzên me çete ji van cihan hatin derxistin. Pevçûnên li vê qadê hîn jî didome.”