Kedkarên Sûrê hatin xelatkirin

îro li şantiyeya Şaredariya Sûrê ya Amedê ji bo 2 xebatkarên paqijiyê Belgeya serketinê hate pêşkêşkirin.

îro li şantiyeya Şaredariya Sûrê ya Amedê ji bo 2 xebatkarên paqijiyê Belgeya serketinê hate pêşkêşkirin. Belge ji aliyê Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut û endamê meclîsa Sûrê Mehmet Karakaş ve hatin dayîn ji bo kedkarên ku hêjayî vê xelatê hatin dîtin.  Fatma Şik beriya Xelatan bide xebatkarên Sûrê Yusuf Akgun û Baran Karakaş axaftinek ji xebatkarên paqijiyê re kir.

Şik di axaftina xwe de got ku xebata van kedkaran gelekî ji bo me girînge û ew rûyê şaredaeriyê ne. Çiqasî ku keda wan zêdetir be û bajarê me paqijtir xuya bike ewqasî wê sûdê li bajarê xwe bikin û kêmasiyê ku bibin jî wê şaredarî berpirsiyar be li hemberî gelê xwe û li hemberî hemû kesên ku tên serdana vî bajarî.

Şik di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo xebatên di meha Nîsanê de hatine kirin wan ev hevalên xwe hêjayî xelatdayînê dîtine û spasiya hemû xebatkaran kir û ji wan xwest ku kedeke hê mezintir bidin. Her wiha spasiya hemû kedkarên şaredariyê kir û bi taybetî xebatkarên paqijiyê.

...