Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera ji destdayîna jiyanê ya Şîrîn Elemhûlî, Alî Hayderyan, Ferzad Kemanger û Ferhad Wekîlî, ku di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin, daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku kî dibe bila bike polîtîkayên îdamê yên li dijî Kurdan wê li xwediyê xwe vegerin û zerarê bidin xwediyê xwe. KCK'ê her wiha bang li dewleta Îranê kir ku yên li Mahabadê hewl dane tecawizî jineke Kurd bikin, ceza bike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera ji destdayîna jiyanê ya Şîrîn Elemhûlî, Alî Hayderyan, Ferzad Kemanger û Ferhad Wekîlî, ku di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 9'ê Gulana 2010'an de Şîrîn Elemhûlî, Alî Hayderyan, Ferzad Kemanger û Ferhad Wekîlî hatin îdamkirin. Qetilkirina van her çar şoreşgeran bûye pratîka roja îro ya polîtîkaya klasîk a darvekirin, komplo û qetilkirina bi sûîqestê ya dewleta Îranê li dijî Kurdan dimeşîne. Di salvegera îdamkirinê de li pêşberî bîranîna van her çar şoreşgeran em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin."
'KURDAN ÇEKA ÇAVTIRSANDINA BI ÇEKÊ TÊK BIRINE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Polîtîkaya dewleta Îranê ya qetilkirin û îdamkirinê ya li hemberî gelê Kurd ê demokrasî û azadiyê dixwaze, ragirtina mûxalefeta demokratîk di binê zextê de, hem li dîroka qedîm a Îranê nayê, hem jî polîtîkayeke şaş e ku dikare pevçûna di navbera Îranê û gel û civakan de mezin bike" û ev xal hat destnîşankirin: "Li şûna Farsitî, nêzîkatiya Îranî ya di herikîna dîrokê de her tim hebû, Îran di nava yekîtiyê de her tim kiriye dewleteke mezin. Piştî ku modernîteya kapîtalîst xwe berda nava Îranê û meylên neteweperestiyê xwe dan der, di navbera dewleta Îranê û gelan de rageşî û pevçûnan destpê kirin. Dewleta Îranê, li şûna ku çareseriya pirsgirêkan di nava kevnepoiya xwe ya dîrokî û demokratîkkirina vê naverokê de bigere; berê xwe da polîtîkayên veguherîna netewe-dewlet û neteweperestiyê ku modernîteya kapîtalîst ev yek weke fîtneyekê xistiye nava Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê jî yekîtiya Îranê ya xwe dispêre rewşa xweserî yan jî federal a xwezayî, bi ji hev belavbûnê re rû bi rû ye. Pêkanînên zext, komplo, sûîqest û îdamê yên li hemberî Kurdan jî, enacma van polîtîkayên şaş e.
Ev pêkanîn û polîtîkayên şaş encama feraseta çavtirsandina bi kuştinê û ragirtina di bin zextê de ye. Ferasetên rêveberiya bi vî rengî, aydî karaktera zîhniyeta dewletê ya beriya sedan salî ye. Asta ramanî ya mirovahiyê û pêşketina kevneşopiya têkoşînê ya qeztan qebûl nake, rewatiya rêveberiyên bi vî rengî qels kirine. Gel û civak êdî feraseta bi vî rengî ya rêveberiyê qebûl nakin. Kurdan jî bi têkoşîna xwe ya ji sedan salan re, çeka çavtirsandina gelan bi kuştinê, têk birine. Bûye eglekî fedaî û polîtîkaya ku mirinê weke çekê bikar tîne, berevajî kiriye. Ji ber vê yekê kî dike bila bike, polîtîkayên îdamê yên li hemberî Kurdan wê li xwediyê xwe vegerin û zerarê bide xwediyê xwe."
Hevserokatiyê da xuyakirin ku weke KCK'ê wan her tim destnîşan kirine ku polîtîkayên îdamê şaş in, dikare rê li ber encamên zêdebûna rageşiya di navbera Kurdan û Komara Îslamî ya Îranê de vekin û got, "Me diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Îran û gelan de bi diyalog, muzakere û feraseta neteweya demokratîk a li dîroka Îranê tê, dikare çareser bibin. Em bawerin ku Fars, Kurd, Azerî, Bellûcî, Ereb bi feraseta netewya demokratîk re wê di çarçoveya sînorên Îranê de di nava yekîtiya demokratîk de bijîn. Bi nasname, çand, perwedeya zimanê dayikê û xweseriyê re jiyana Kurdan li nava yekîtiya Îranê ne li dijî dîroka Îranê ye, berevajî, rêya çareseriyê ya guncaw e.
Îranê di dîroka xwe de her tim jiyana hevpar û yekîtiya gelan bi ser xistiye. Kevneşopiya rêveberiya mînakek bi vî rengî, di dîroka Îranê de heye. Bi tenê bila xwe ji zîhniyetê netewe-dewlet û neteweperestiya ku modernîteya kapîtalîst di nava 150-200 salên dawî de xistiye nava Rojhilata Navîn vegire. Meylên roja Îro yên neteweperestî û netewe-dewletî, li dijî paşeroj û dîroka Rojhilata Navîn in. Berî zêde jî li dîroka Îranê nayên.
Komara Îslamî ya Îranê ji bo jiyana hevpar û yekîtiya li dîroka xwe tê pêk bîne, divê bi ti awayî serî li îdaman nede. Ji ber vê yekê îdamkirina çar şoreşgeran bûye sedem ku pirsgirêkên di navbera Kurdan û dewleta Îranê de kûr bibin. Ev yek pêkanîneke şaş bû ku ji bo ji holê rakirina jiyana hevpar hat kirin. Em, îdamkirina van çar şoreşgeran şermezar dikin û careke din bang li Komara Îslamî ya Îranê dikin ku li şûna pêkanîn û polîtîkayên bi vî rengî, pirsigrêkên bi Kurdan re bi diyalog û lihevkirinê çareser bike."
BANGA CEZAKIRINA SÛCDARAN
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû:
"Li Mahabadê, hewldana tecawizkirinê ya li hemberî jineke Kurd û li dijî vê xweavêtina vê jina ciwan ji paceya otelê, di nava gelê Kurd de rê li ber hêrseke mezin vekiriye. Vê nerazîbûna mafdar a gelê me, ji bo protestokirina vê bûyera qirêj li gelek bajaran xwe daye der. Li hemberî hewldanên tecawiz û destdirêjiya li hemberî jinên Kurd, gelê Kurd nerazîbûnên mezin nîşan dide. Em bang li dewleta Îranê dikin ku li êrîşên bi vî rengî bipirse û sûcdaran ceza bike."