Gundên Til Mecder Nesret, Mehmud Kurd û Ezam hatin rizgarkirin -BI DÎMEN-

Gundên Til Mecder Nesret, Mehmud Kurd û Ezam yên girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava û girekî girêdayî gundê Til Mecdel bi giştî ji çeteyan hat paqijkirin. Hat hînbûn ku li Til Eşra jî cih bi cih pevçûn didomin.

Gundên Til Mecder Nesret, Mehmud Kurd û Ezam ên girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava û girekî girêdayî gundê Til Mecdel bi giştî ji çeteyan hat paqijkirin. Hat hînbûn ku li Til Eşra jî cih bi cih pevçûn didomin.

Hate hînbûn ku di operasyona ku duh şervanên YPG-YPJ’ê pêk anîne de pêşketinên mezin çêbûne û di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatine girtin hêzên YPG û YPJ’ê ava Xaburê derbas kirine û ji bo rêya diçe çiyayê Evdil Ezîz bigirin bin kontrola xwe ketine rê.

...