Li qadên gerîla tevgera leşkerî

Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li herêmên gerîla dewam dike. Artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov li qada Xakurkê û herêma Ferxan a Çewlikê keşif kir.

Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li herêmên gerîla dewam dike. Artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov li qada Xakurkê û herêma Ferxan a Çewlikê keşif kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov di 7'ê Gulanê saet di navbera 18:00 - 20.00 de li qadên Gostê û Arê yên herêma Xakurkê keşif kiriye.

Hat gotin ku heman rojê saet di navbera 10:30 - 12:30 de li qadên Evdilkovî û Geliyê Reş keşif hatiye kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku ev tevgera hewayî li herêmên gerîla dewam dike û ev agahî da:

"Ji saet 16:00 ê 7'ê Gulanê heta saet 03:00 ê 8'ê Gulanê li herêmên Şukê û Şehîd Rahîme yên Avaşînê, saet di navbera 07:00 - 12:00 de li qada Tabûra Ereban, di 7'ê Gulanê saet di navbera 07:00 - 15:00 de li Gare, heman rojê saet di navbera 12:00 - 17:00 de li qada Ferxan a Çewlikê, ji saet 08:00 ê 7'ê Gulanê heta saet 09:30 ê 8'ê Gulanê li herêma Cûdî artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye. Her wiha di 7'ê Gulanê saet di navbera 20:00 - 21:30 de li qada Tabûra Ereban, di heman rojê de li Cûdî, Besta, Gabar û Herekolê balafirên şer ên artêşa Tirk tevgeriya ne.

Di 8'ê Gulanê (îro) saet di 03:00 de derdora Qereqola Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê bi çekên giran hatiye gulereşandin.

Di 8'ê Gulanê saet di navbera 12:00 - 14:00 de li ser qadên Deşta Xoyte, Çêringêz û Xaça Reş ên navçeya Bedlîs Motkiyê, 4 helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa T.C a dagirker, keşif kirine.

Tevgera leşkerî ya li qada Heftanînê jî beriya niha ji raya giştî re hatibû rabigandin. Artêşa T.C a dagirker tevgera xwe ya leşkerî ya li vir zêde kiriye, hejmara leşkerên xwe kiriye 3 qat û bi qasî 900 leşker li ser xeta sînor bicih kiriye."