Mazlum-Der: Dewlet ji ewlekariyê berpirsyar e
Şaxa Mazlum-Der a Amedê di daxuyaniya ku weşand, bal kişand ser êrîşên dawî yên li hember namzet û buroyên partiyan û got ku êrîş dibin sedema gelek gumanan.
Şaxa Mazlum-Der a Amedê di daxuyaniya ku weşand, bal kişand ser êrîşên dawî yên li hember namzet û buroyên partiyan û got ku êrîş dibin sedema gelek gumanan.
Şaxa Mazlum-Der a Amedê di daxuyaniya ku weşand, bal kişand ser êrîşên dawî yên li hember namzet û buroyên partiyan û got ku êrîş dibin sedema gelek gumanan. Mazlum-Der got ku li hember êrîşên li dijî buroyên partiyan û namzetan wergirtina tedbîran berpirsyartiya dewletê ye.
Mazlum-Der di civîna çapemeniyê de, êrîşên li hember buroyên hilbijartinan û namzetan ku piraniya wan ên HDP’ê ne şermezar kir. Daxuyanî li avahiya şaxê ji aliyê Alîkara Serokê Şaxa Mazlum-Der a Amedê Şeyma Demîr ve hat xwendin.
BERPIRYARÎ YA DEWLETÊ YE
Demîr got ku ji bo tevayî partî û namzet ên wê bikevin hilbijartinan di nav ewlehiyê de xebatên xwe bidomînin, berpirsyartî ya dewletê ye.
Demîr her wiha diyar kir ku wek Mazlum-Der ji bo îradeya gel di asta herî jor di sindoqan û meclîsê de bê xuyakirin, ji tevayî muxataban dixwazin ku li gor berpiryartiya xwe tevbigerin, li hember her cure êrîşan bi awayekî hevpar helwest nîşan bidin û ji helwestên ku cudakariyê dixe nav civakê dûr bisekinin.